Ji walîtiya Dîlokê di derbarê êrîşê de daxuyanî

Ji walîtiya Dîlokê di derbarê êrîşê de daxuyanî

DÎLOK - Walîtiya Dîlokê di derbarê êrîşa ku li Midûrtiya Ewlehiya Bajêr hat kirin de daxuyanî da. Walîtî di daxuyaniyê de diyarkir ku êrîşkerek hatiye kuştin û polêsek jî wek xefîf birîndar bûye.

Walîtiya Dîlokê di derbarê êrîşa ku di derdora saet 15.20ayn de li Midûrtiya Ewlehiya Bajêr hat kirin de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin êrîş li noqteya polêsên di beşa kontrola wesayîtan de hatiye kirin. Di encama êrîşê de êrîşkerek hatiye kuştin û polêsek jî wek xefîf birîndar bûye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.