Ji Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman ji bo Efxenîstanê banga alîkarîya acîl!

Ji Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman ji bo Efxenîstanê banga alîkarîya acîl!

Weqfa Karwanê Hêvîyê û Weqfa Êtîman, ji Efxenîstana ku erdhej pêk hat re banga alîkarîya acîlî kirin.

Di hîsaba medyaya civakî ya Weqfa Karwana Hêvîyê de bi şîara “Niha Dem Dema Destdayîna Ji Birayên Me yên Efxanî Re Ye” banga alîkarîyê kir.

Weqf derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê ji bona ku alîkarîyên xwe bighêjînin Efxanîstanê banga “ALÎKARÎYA ACÎLΔ dikin. Niha dema destdayîna ji birayên me yê Efxenî re ye.”

Weqfa Karwanê Hêvîyê ji bo kesên ku alîkarîyê bikin nimereyên telefonên 0212 562 34 72 - 0543 870 81 32 weşandin û ji bo sîteya înternetê jî ‘edresa http://umutkervani.org.tr/bagis weşand.

Weqfa Êtîman jî di hîsabê xwe yê medyaya civakî de bi şîara “Ji Efxenîstanê re Alîkarîya Acîlî” banga alîkarîyê kir.

Weqf derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Di erdheja ku li Efxanîstanê pêk hat de 1000 kesî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê ji bona ku em birînên wan tedawî bikin amûrên însanî dighêjînin wan. Birayên me yên ku dixwazin alîkarîyê bikin dikarin xwe bighêjînin me.”

Weqfa Êtîman ji bo kesên ku alîkarîyê bikin nimereya telefona 0549 540 29 21 weşandin û hat destnîşankirin ku li ser vê nimereyê dikarin bi wan re ragihandin bê kirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.