Ji Wezîr Soylu di heqê qezayên li Mêrdîn û Entab'ê de daxuyanî

Ji Wezîr Soylu di heqê qezayên li Mêrdîn û Entab'ê de daxuyanî

Suleyman Soylu'yê Wezîrê Karên Hundurîn, di heqê qezayên ku li Entab û Mêrdîn'ê pêk hatin de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku derheqê qezayan de lêkolîneke pir alî dewam dike.

Suleyman Soylu'yê Wezîrê Karên Hundurîn, derheqê qezayên ku li Mêrdîn'ê ku di encama wê de 20 kes û li Entab'ê jî di encama wê de 15 kes miribûn de daxuyaniyek belav kir.

Soylu'yê ku got, "Derheqê qezayan de lêkolînek pir alî dewam dike" û werê dewam kir, "Eger em kêmasîyekê bibînin em ê heqê wê bidin. Di rêya Mêrdîn'ê ku qeza lê çêbûye de meyl heye. Emê bersivê daxwaza rêya hawîrdorê bidin gelê Mêrdîn'ê."

Wezîr Soylu di berdewama daxuyaniya xwe de wuha got:

Ev bûyer, li Tirkiye'yê piştî daxistina pileya qezayan çêbû. Me temamê cenazeyan defn kir. Di heman demî de serdozgerên me ji bo cenazeyan zû bên teslîmkirin pir xebitîn. Herkes çi destî wî tê kir. Di rêya Mêrdîn'ê ku têde qeza çêbûye de meylek heye. Emê bersiva daxwaza rêya hawîrdorê bidin gelê Mêrdîn'ê. Wezareta Ragihandinê wê were vir û wê vêya bilez bide çêkirin. Tehqîqet jî ji taybetîyên maşîne heta rewşa rê pir alî dewam dike. Eger em kêmasîyek bibînin em ê heqê wê bidin
Wezîr Soylu diyar kir ku di nexweşxaneyên Mêrdîn'ê de herî dawî 5 kes mane û rewşa wan jî ne giran e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.