Ji Wezîran ji HUDA PARê re peyamên sersaxîyê

Ji Wezîran ji HUDA PARê re peyamên sersaxîyê

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Erol Ayyildiz û Serokê Meclisê yê berê Mustafa Şentop bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re telefon kirin û sersaxî ji wan re xwestin.

Doh kesê bi navê A.S ê ku di sala 1951an de li Edeneyê hatîye dinyayê êrîşî Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê kiribû. A.S dema ket hundirê avahiya partiyê, dema nimêj dikirin êrîşî Serokê Bajarê Salîh Demîr û Sekreterê Bajarê Sacît Pişgîn kir.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku hatibû rakirin şehîd bû. Tedawiya Demîr dewam dike.

Piştî êrîşa hovane Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Erol Ayyıldız û Serokê Giştî yê Meclisê Mustafa Şentop bi rêya telefonê ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re sersaxî û sersaxiyê şandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.