Ji Wezîrê Karên Derve daxuyanîya PKKê
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê nûçeyên ku ew ji bo bi PKKê re bazarê bikin pêşşart danîne de daxuyanî da û got ku ev xeber nerast in.
Çavuşoglu di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê ve belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ew xeberên ku derbarê me de derketine û di wan de tên îddîakirin ku me ji bo bi PKKê re bazarîyê bikin pêşşart danîye derew in û ne rast in.
Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “ Me ji bo bazarîya bi wê PKKya ku qatilê zarokan re ye pêşşart nedanîye û ev xeberên ku derbarê vê mijarê de hatine belavkirin ne rast in. Me soz daye milletê xwe ku em ê heta ku koka wê biqelînin dê tu hêz nikaribe me bisekinîne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.