“Ji xerakirina agirbestê herkes mesûl e”

“Ji xerakirina agirbestê herkes mesûl e”

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu di derbarê agirbesta ku doh li Heleba Sûrî pêk hatibû lê hat îhlal kirin de axivî. Çavuşoglu ragihand ku her kes ji vê yekê berpirsyar e.

Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu di derbarê agirbesta ku doh li Heleba Sûrî pêk hatibû lê hat îhlal kirin de axivî. Çavuşoglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li vir dram û wehşet heye. Bila êdî tu kes tu kesî sûcdar neke. Li vir herkes berpirsyar e.”

Çavuşoglu di derbarê mijarê de bi vê şiklê axivî: “Hevdîtinên di derbarê vê yekê de didome. Ji doh pê ve mutabaqatek pêk hatibû ku beriya her tiştê siwîl ji vir werin derxistin û îhtiyaciya wan were temînkirin. Di çarçova vê yekê de hinek gav hatin avêtin. Rejîm û hinek kom hewl didin ku vê yekê asteng bikin.”

Çavuşoglu ragihand ku herkes ji vê agirbesta ku dûbare hatiye xerakirin mesûl e. Dûvre Çavuşoglu wiha diyar kir: “Di mijarên wiha de hestên me ew e bila tu kes tu kesî sûcdar neke. Pêwîst e ku ev peyman were tetbîqkirin. 10 roj berê me peymanek wiha dîsa dabû tetbîqkirin. Lê Mixabin vê yekê jî xera kirin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.