Ji xeta Marksîst-Lenînîst ber bi rêxistineke femînîst ve: Veguherîna PKK'ê!

Ji xeta Marksîst-Lenînîst ber bi rêxistineke femînîst ve: Veguherîna PKK'ê!

PKK'ya ku di sala 1978an de li ser xeteke Marksîst-Lenînîst hat avakirin, di destpêkê de armanca Kurdistana serbixwe û civaka bêçîn derxist pêş.

Dibe ku tevgereke siyasî di nava demê de raman, rêbaz û armancên xwe biguherîne, dikare asayî bê dîtin. Lê belê ev ku veguherîna îdeolojîk ji kîjan pêdiviyên civakî çavkaniya xwe digire, ji kîjan armancan re xizmet dike û bi îdiayên ku di destpêkê de hatine danîn re çiqasî li hev tê, ji lêpirsînê re vekirî ye.

Guhertina ku di dîroka nêzîkî nîv sedsalî ya PKK'ê de hatiye jiyîn jî ji vî alî ve mînakeke balkêş pêk tîne.

PKK'ya ku di nava tevgerên sosyalîst ên salên 1970'î de derket holê, bi pejirandina îdeolojiya Marksîst-Lenînîst îdia dikir ku dê "serxwebûna Kurdistanê" pêk bîne û bi ji holê rakirina newekheviyên çînayetî dê sîstemeke civakî ya sosyalîst ava bike.

Lê îro di gotara siyasî ya rêxistinê de mijarên wekî dijberiya netewe-dewletê, konfederalîzma demokratîk, azadiya jinê ya bi nav, ekolojî û parastina herikînên şaş (LGBTÎ) bi navê zayenda civakî derdikevin pêş.

De îcar ev guhertin çawa pêk hat? Rêxistina ku bi îdiaya rizgariya neteweyî ya bi nav û têkoşîna çînayetî derket holê, çima di nava demê de xeteke siyasî pêş xist ku nasnameya jinê û parastinên xwariya zayendî dixin navendê?

Rêwîtiya ku bi îdeolojiya Marksîst-Lenînîst dest pê kir

Serhildana çekdarî ya ku di sala 1984an de hat destpêkirin, bi îdiaya "Kurdistana Serbixwe" dihat rewakirin. Helbet ev yek bi nasnameyeke sosyalîst dihat kirin. Û ev nasname li pêşiya her tiştî bû.

Veguherîna rêxistina Marksîst-Lenînîst di nava salan de û bi kêmanî guherîna wê bo tevgereke femînîst, di carekê de çênebû. Ev guhertin di salên 1990î de dest pê kir, di salên 2000î de jî eşkere bû.

Girtina Abdullah Öcalan di sala 1999an de, di dîroka siyasî û îdeolojîk a rêxistinê de xaleke werçerxanê ya girîng pêk anî.

Öcalan di parêznameyên xwe yên li girtîgehê û nivîsên xwe yên paşê de, dest bi lêpirsîna ramana klasîk a Marksîst-Lenînîst, modelên dewletên sosyalîst û têgihîştina netewe-dewletê kir.

Di vê pêvajoyê de ji ramana ekolojiya civakî û rêveberiya xwecihî ya azadîxwaz a komunîstê Amerîkî yê bi eslê xwe Rûs Murray Bookchin jî bandor bû.

Nêzîkatiya nû ya ku derket holê, têgihîştina konfederalîzma demokratîk bû ku li şûna avakirina netewe-dewleteke serbixwe, diparast ku civak li ser meclîsên xwecihî, komûn û mekanîzmayên xwerêveberiyê bê rêxistinkirin. Bi vî awayî cihê armanca dewleta serbixwe ya di destpêkê de, fikra sîstemeke civakî girt ku di nav sînorên dewletên heyî de civakên cuda dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Vê veguherînê hem di armancên siyasî yên rêxistinê de û hem jî di avaniya wê ya rêxistinî de bû sedema guhertinan.

Di xebata akademîsyen Güllistan Yarkın a ku veguherîna îdeolojîk a PKK'ê dinirxîne de, tê diyarkirin ku rêxistin di sala 1978an de wekî tevgereke sosyalîst a ku civaka bêçîn û hêzeke dewletê ya nû dike armanc derketiye holê, di pêvajoya paşê de jî ber bi çarçoveya konfederalîzma demokratîk ve meyl kiriye.

Ev guhertin wekî hesabpirsîna PKK'ê ya bi rabirdûya xwe ya îdeolojîk re û lêgerîna avakirina zemîneke rewatiyê ya siyasî ya nû jî hat xwendin.

Derbasbûna ji têkoşîna çînayetî ber bi "azadiya jinê" ve

Di veguherîna îdeolojîk a PKK'ê de yek ji mijarên herî diyar nasnameya jinê bû.

Di dema avakirinê de nîqaşên bingehîn li dora armancên rizgariya neteweyî, têkoşîna çînayetî û serxwebûnê şikl digirtin, lê belê bi taybetî ji dawiya salên 1980î û pê ve rewşa civakî ya jinan û "serweriya mêran" di gotara rêxistinê de zêdetir cih girtin.

Di salên 1990î de rêxistinbûnên jinan bûn sazî. Nûnertiya jinan a di avahiyên çekdarî û organîzasyonên siyasî de hat zêdekirin. Di pêvajoya paşê de pêkanînên wekî sîstema hevserokatiyê û kotaya jinê hatin pejirandin.

Di nêzîkatiya ramanî ya nû ya Öcalan de azadiya jinê ne tenê wekî tevlêbûna jinan a jiyana civakî, her wiha wekî yek ji şertên bingehîn ên ji nû ve avakirina tevahiya sîstema civakî hat girtin dest.

Di vê nêzîkatiyê de li gel "mêtinxwariya çînayetî", "têkiliyên baviksalar" jî wekî pirsgirêkeke bingehîn a civakî hatin pênasekirin. Lê belê li vir guhertineke girîng a îdeolojîk qewimî. Di ramana klasîk a Marksîst de têkiliyên hilberînê û têkoşîna çînayetî di cihekî navendî de bûn, lê belê di navenda paradigmaya nû de "jin" û safsataya "zayenda civakî" hatin bicihkirin.

Çima femînîzm û siyaseta zayenda civakî hatin xistin navendê?

Di gotara îdeolojîk a nû ya PKK'ê de jin, jineolojî, nûnertiya wekhev û têkoşîna li dijî "serweriya mêran" bûn mijarên girîng.

Rêxistinbûnên jinan ên PKK'ê xwe wekî avahiyên cuda ji avahiyên klasîk ên partiyên siyasî pênase kirin ku jin dikarin biryarên xwe bi xwe bidin û di jiyana civakî de xwedî gotin bin. Vê nêzîkatiyê di nava demê de bi tevgerên femînîst ên navneteweyî û herikînên xwar ên wekî LGBTÎ re zemînên gotarê yên hevpar ava kirin.

Xala ku li vir tê lêpirsînkirin, ne daxwazên maf û azadiyê yên jinan bixwe ne, belkî hatina van daxwazan a li cihekî navendî di nava avabûna îdeolojîk û rêxistinî ya tevgereke siyasî de ye. Ji ber ku tevlêbûna jinan a jiyana siyasî, nûnertiya wan û parastina wan a li dijî tundiyê di çarçoveya mafên gerdûnî de tên nirxandin.

Ji aliyê din ve, zêdebûna xuyabûna jinan di nava rêxistinê de û îdiaya ku ev rêxistin nûnertiya daxwazên hemû jinan dike jî divê ji hev cuda bên nirxandin.

Gotara LGBTÎ û qadên hevpeymaniyê yên siyasî yên nû

Aliyê din ê nîqaşên derbarê PKK'ê û hin avahiyên ku di heman kevneşopiya siyasî de tên nirxandin de, xwariya LGBTÎ pêk tîne.

Bi taybetî di salên dawî de têkiliyên siyasî yên ku bi rêxistinbûnên femînîst û LGBTÎ re hatin danîn, ev mijar di gotara PKK'ê û dirêjahiyên wê de xuyatir kir.

Di bernameya îdeolojîk a dema avakirina PKK'ê de siyaseta LGBTÎ bi wateya îroyîn ne mijareke navendî bû. Di xala ku îro hatiye gihîştin de, parastina "azadiya zayendî" di nav pêşiyên rêxistinê de cih girt.

PKK û dirêjahiyên wê yên ku ji avakirina xwe heta îro gotar û pratîkeke li dijî nirxên bawerî û çandê yên civaka ku tê de ne pêş xistin, di xala ku hatiye gihîştin de hema bêje şer li dijî nirxên civakî ragihandin. Hem di bin banê DEM Partiyê de û hem jî di bin banê Partiya Herêmên Demokratîk de û di heman demê de bi rêya şaredariyên ku di destê wan de ne û saziyên sivîl (STK), bi parastina rêxistinbûnên wekî LGBTÎ û heta bi vekirina atolyeyên veguherandina mêran ketin qonaxeke berbiçav.

Di lîteratura akademîk de têkiliya di navbera paradigmaya nû ya dijberê netewe-dewletê ya PKK'ê û nîqaşên zayend û zayendîtiyê de jî dest pê kir ku bê lêkolînkirin.

Veguherîna îdeolojîk an li gelê Kurd birîna qeftaneke nû?

PKK'ya ku ji îdiaya "Kurdistana Serbixwe" veguherî tevgereke ekolojîk (!) û femînîst, hê bêtir pêş ve çû û bi pêkhateyên xwe yên siyasî bû parêzvanên LGBTÎ'yê. De îcar gelo ev rewş veguherîneke îdeolojîk bû an projeya birîna qeftaneke nû li gelê Kurd bi destê PKK'ê ji aliyê hişê jorîn (üst akıl) ê Rojavayî ve bû?

Meyla ji îdiaya têkoşîna çînayetî ber bi azadiya jinê ya bi nav ve û paşê xwedîderketina li xwariya zayendî ya ku bi herikîna zayenda civakî ya ku projên Rojavayiyan yên qirêj xurt bû, yelpazeya di armancên siyasî yên rêxistina Marksîst de cihêreng kir!

Ev ku ev guhertin bersiva kîjan pêdiviyên civakî dide, çiqasî tevkarî li çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên siyasî û aborî yên gelê Kurd dike û çiqasî li bendiyên beşên cuda yên civakî tê, di pêşerojê de bi zimanekî rexnegir bi awayekî xurttir dê dest pê bike ku bê nîqaşkirin.

Di encamê de veguherîna PKK'ê nîşan dide ku rêxistin di çarçoveya ramana Marksîst-Lenînîst de ber bi konfederalîzma demokratîk ve, ji wê derê jî ber bi femînîzma xurtkirî, sîstema hevserokatiyê -ku di vê yekê de îstîsnaya Abdullah Öcalan heye. Ji ber ku ew wekî yekmêr berdewam dike û kursiya xwe bi ti jinekê re parve nake- azadiya zayendî (!), ango ber bi çarçoveyeke îdeolojîk a firehtir ku xwariya zayendî jî di nav de ye, meyl kiriye.

Mijara nîqaşê ya herî girîng a vê veguherînê jî ew e ku "PKK'ya nû" dê çiqasî li nava civakê cih bigire (beramberiya civakî bibîne).

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.