Li Amedê di 10 rojên dawî de ji ber madeyên hişbir 20 gumanbar hatin girtin

Li Amedê di 10 rojên dawî de ji ber madeyên hişbir 20 gumanbar hatin girtin

Li Amedê di operasyonên ku di 10 rojên dawî de ji bo astengkirina bikaranîn û firotina madeyên hişbir hatin lidarxistin de, ji 161 gumanbarên ku hatin binçavkirin 20 kes hatin girtin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Madeyên Hişbir a Midûriyeta Ewlehiyê ya Parêzgeha Amedê, xebatên xwe yên ji bo astengkirina bikaranîn û firotina madeyên hişbir li seranserê bajêr domandin.

Di vê çarçoveyê de di operasyonên ku di nava 10 rojên dawî de li xalên cuda hatin lidarxistin de 161 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyonan de 24 kîlogram esrar, 546 gram madeyên hişbir ên sentetîk, 497 hebên dermanî yên sentetîk, 391 hebên hişbir, 205 gram madeya xav a kanabînoîd a sentetîk, 2 demançeyên bêruxsat, 53 fîşek û 3 mêzînên hestiyar hatin desteserkirin.

Ji gumanbarên ku hatin binçavkirin 136 kes piştî karûbarên xwe yên li emniyetê hatin berdan. Ji gumanbarên ku sewqî dadgehê hatin kirin 20 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, di heman demê de derbarê 5 gumanbaran de tedbîra kontrola edlî hat bicihanîn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.