“Ji Yapicioglu nirxandina destheqê kêmtirîn”

“Ji Yapicioglu nirxandina destheqê kêmtirîn”

Namzetê xweser a Amadê Zekerîya Yapicioglu ya ku HUDA PARê piştgirîyê didîye bal kişande destheqê kêmtirîn ya ku didin karkeran.

Namzetê xweser a Amadê  Yapicioglu di derbarê mizeya kêmtirîn de wiha got: “Heta ku pênasê mizeya kêmtirîn neyê guhartin em bawer nakin ku ev pirsgirek çareser bibe.

Yapicioglu di derbarê malbetên ku debara xwe bi destheqê kêmtirîn dikin de wiha got: “Divê pênasa mizeya kêmtirîn de malbata karker neyê ji bîr kirin. Em dizanin ku gelek kesên ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin gelek ji wan xwedîye malbatekê ne. Her wiha kesên ku zewicîne jî hene. Lê belê di pênasê mizeya kêmtirîn de tenê  îxtiyacên karmend tê rave kirin.”

“Domandina jîyanê jî ji bo însanekî maf e”

Yapicioglu her wiha  ragihand: “Divê pênasa mizeya kêmtirîn were guhartin û mîqdara destheqê kêmtirîn jî were zêde kirin. Her wiha divê baca ku li ser mizeya kêmtirînê divê were rakirin. Lewra ew kes bi sed zehmetî debara xwe dikin. Di ser vî halî karker de standina bacê ne bi edalet e.”

 

Yapicioglu wiha dawî li nirxandina xwe ya  di derbarê destheqê kêmtirîn de anî  “ Li gor me ji bo însanekî çi pêdivî û îxtîyac be divê alîkarî lê were kirin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.