Ji Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê malbata Tekdalê ku rehmet kirîye re zîyareta ‘Îdê

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ji malbata Mahmut Tekdalê ku di tarîxa 22yê Sibatê sala 2022yan de ji ber Covîd-19ê rehmet kiribû re serdana ‘îdê kir.

Yapiciogluyê ku bi tevî lijneyê xwe hat Çinarê, ji teref teşkîlata Çinarê ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu çû goristana ‘Esrî Mûddeîumumîyê Taxa Xazîyê û li vê derê jî merhûm Mahmut Tekdal zîyaret kir û ji bona wî duayan kir. Yapicioglu Mezelê Fesîh Xoce yê ku mezelê wî jî li wê derê ye zîyaret kir.

Yapicioglu piştî goristanê çû mala Tekdalê yê ku li Taxa Cumhurîyetê rûdinên û wan zîyaret kir. Zarok û eqrebeyên Tekdal li vê derê Yapicioglu pêşwazî kirin. Yapiciogluyê ku ‘îda malbatê pîroz kir, ji malbatê re jî telqîna sebrê kir.

Yapicioglu dûre çû avahîya navçe yê partîyê bi partîyîyan re hat cem hev û bi wan re ‘îdane kir û dû re jî ji Çinarê derket.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.