Ji YE û Tirkiyê ji bo penaberên Sûriyeyî plana hevpar
Ji bo şert û mercên jiyanê yên penaberên ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê koç kirine û hatine li Tirkiyê bi cî bûne baştir bibedi navbera Tirkiyê û YEyê de ‘Plana Penaber ûXurtiyê ya Heremî’ hat amadekirin.
Beşa Tirkiyê ya planê li Enqerê bi raya giştî re hat parvekirin. Di vê beşê de ji bo penaberan banga 3,5 dolar alîkariyê hat kirin. Hat ragihandin fon yanê alîkariya ku hatiye telebkirin dê him ji bo 2 milyon û 800 hezar penaberên li Tirkiyê û him jî ji bo milyonek û 800 hezar Tirkiyeyî re bê xerckirin.
Plana mudaxeleya heremî ya bi navê 3RP ya ku di nirxê 4,69 milyar dolarî de ye û 5 welatên ku ji qeyrana Sûriyê tesîrdar bûne di nav xwe dihewîne pêşaniyê dide xalên mîna ewlehiya erzaqê, perwerdehî, tenduristî, pêdiviyên sereke û çavkaniyên debarê.
Cîhad Ergînayê Arîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve ye di derbarê mijarê de destnîşan kir fona ku heta îro ji bo qeyrana Sûriyê hatiye dayîn têrî îxtiyacê nekirye û kêm e.
Ergînay di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ji bo mişkîleya penaberan helwesteke hevpar bê nîşandan û divê ji bo wergirtina encamê gavên erênî bên avêtin. Ergînay dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “3RP vê yekê kiriye hedef. Li Tirkiyê ji bo problema penaberan 25 milyar dolar hatiye xerckirin. Armanca me başkirina şert û mercên penaberên Sûriyeyî ye. Fona ku dê bi 3RPyê bê dê ji Sûriyeyiyan re destekeke baştir bê kirin û dê ev yek temamê terefan zêdetir tatmîm bike.”
Di civîna ku hat tertîpkirin de Arîkarê Serokê AFADê Fatîh Ozer jî dest nîşan kir li Tirkiyê 2 milyon û 880 hezar Sûriyeyiyên qeydkirî hene.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.