Ji zimanê dikandaran Şehîd Aytaç Baran: Ew di nav civakê de wek elmasek bû

Ji zimanê dikandaran Şehîd Aytaç Baran: Ew di nav civakê de wek elmasek bû

Dikandarên ku li taxa şehîtlîkê dikandarîyê dikin qala Şehîd Aytaç Baranî ku7 sal berê li taxa Şehîtlîka navçeya Yenîşehîra Dîyarbekir ji teref PKKê ve hatibû şehîdkirin kirin.

Dema êrîşa ku di piştî Hilbijartina Giştî ya 7ê Hezîranê de di encama suîqestekî de ku Aytaç xoce hatibû qetilkirin xuyangên qemereyan bûbû, di xuyangê de wan kesên ku Aytaç xoce qetil kiribûn dihatin dîtin û ji wan yek hatibû qefaltin yê dinê jî ku navê wê Sezgîn Demîrkol e di encama pevçûnek de ji teref polêsan ve hatibû kuştin.

Dîyadîn Gumuşê (22) ku di doza ku piştî siûqestê hatibû vekirin de ew tenê bersûc bû, ji sûcên ‘kuştina bi zanebûn’ û ‘bûyîna endamê rêxistina terorê PKKê’ hatibû berdan.

Dikandarên li derdrora avahîya komeleyê jî di salvegera şehadetê şehîd Aytaç Baranî de hesretên xwe anî ziman.

“Mirovan dema ku Şehîd Aytaç Baramî ji 10 kîlometre dûrîtî de bidîtana ew ê fêhm bikirana ku ew mirovek çawa bi qîmet e”

Hasan Yazê Dikandar, di axavtina xwe de destnîşan kir ku Aytaç Baran ji teref hemû kesan ve dihat hezkirin.

Yaz di axavtina xwe de weha got, “Ez 30 sal e li vê taxa şehîlikê esnaftîyê dikim. 15 sale min Şehîd Aytaç Baran nas dikir. Dema Şehîd Aytaç Baran di vê kuçeyê de derbas dibû, her tim rewşa me dipirsî. Vê rewşa wî min gelek tesîrdar dikir. Şehîd Aytaç Baran mirovekî dilovan bû. Bi zarokan re dibû zarok, bi ciwanan re dibû ciwan û bi kalan re dibû kal. Yekî rûken bû. Hema hema hemû esnafan dipirsîya. Dikandaran, ji ber ku bi dikandaran re sohbeteke xweş dikir, pir jê hez dikirin. Ji ber ku kesên wek wî di civakê de kêm bûn her kes jê hez dikir. Mirovên li vê kuçeyê eger ku Şehîd Aytaç Baran di 10 kîlometre dûrî de bidîtana wî fêhm bikira ku ew çi mirovekî hêja ye.”

“Şehîd Aytaç Baran qîmeta vê civakê bû”

Yaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku Şehîd Aytaç Baran layiqê şehadetê ye û li axavtina xwe weha domand, "Piştî şehadeta şehîd Aytaç Baran bi rojan di bin tesîra wî de mam. Ev keseke wisa be ku şehadetê heta ji sedî sed heq dikir. Wî jî şehîdîyê dixwast. Xwedê Şehadeta wî qebûl bike. Şehîd Aytaç Baran ji bo me û ji bo civakê weke elmasek bû. Ev tiştê herkes digot. Çawa ku elmas bi qîmet e Şehîd Aytaç jî wisa bi qîmet bû."

“Yekî exlaq xweş û miroveke dîndar bû”

Esnaf Selahattîn Ateş jî axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku Şehîd Aytaç Baran kesekî mutewazî bû û li axavtina xwe weha domand, "Dema ku Şehîd Aytaç Baran hat cem bavê xwe, silavên xwe ji me re jî dida. Kesekî gelekî mutewazî bû. Yekî exlaq xweş û miroveke dîndar bû û dema ku me wî didît kêfa me dihat. Şehîd Aytaç Baran dema hêrs dibû jî her tim tiştên ku digot weha bû ‘Xwedê li te bibexşîne.’ Kê dibe bila bibe Şehîd wan dipirsîya û helalîyê ji wan dixwast. Gelek kes hebûn ku wî hezdikirin. Ferqeke mezin di navbera wê dema Aytaç Baran û vê demê de heye. Piştî şehîd Aytaç Baran ev der cihê rehetî û bedewiya xwe winda kir."

“Di derheqê alîkarîyê de jî daîma ew ê herî pêşî de ew hebû”

Ateş di berdewama axavtina xwe de weha got, "Dema ku şehîd Aytaç Baran kal û pîr didît, wek bavê xwe rêz dida wan. Ji ber vê yekê kal û pîran gelekî jê hez dikirin. Şehîd Aytaç Baran di çarçoveya qeweta xwe de alîkariya malbatên muxtac û her kesî dikir. Her tim li pêşiya alîkariyê bû, min gelek bêriya şehîd Aytaç Baran kir. Ew mikafata xwe girt û çû, ji niha û pê ve girêdayî me ye. Piştî ku Şehîd Aytaç Baran mala xwe bar kir. Li malê, dikana min her çiqas li dijî rê û rêbaza wî bû jî tim dihat serdana min. Bi kurtasî Şehîd Aytaç Baran ji bo ciwanekî bike nava civakê çi ji destê wî bihata dikir."

“Şehîd Aytaç Baran dema ku di rê de biçûna zirarê nedida kirmorîyek jî”

Uzeyîr Yuva jî derheqê Şehîd Aytaç Baran de axivî û weha got, “Şehîd Aytaç Baran bi tenê misilmanekî kamil bû. Kesek evîndar, exlaqî û alîkar bû ku taybetmendiyên Îslamê hilgirtibû. Ji ber vê yekê jî di nav gel de pir gelek dihat hezkirin. Piştî ku me wî nas kir, me evîna wî kir. Şehîd Aytaç Baran bi rastî kesekî hêjayî hezkirinê bû. Kesê xwedî exlaq ne tenê ji aliyê dostê xwe ve ji aliyê dijminê xwe ve jî tê hezkirin. Şehîd Aytaç Baran dema ku di rê de biçûna zirarê nedida kirmorîyek jî. Ew kesekî xwedîyê exlaqekî wisa bû. Ji ber ku axaftineke wî ya xweş û nefsbiçûk hebû, ferqê nedikir nava tu kesê. Heger bidîta yekî narkotîkê bi kar tîne jî, ew ê li wî miqate bibûya, wî hewl dida ku wan ji wê çolê derxîne. Mirovan jî ji Şehîd Aytaç hez dikir, ji ber ku ji dil û can vî karî dikir. Bi xêra Şehîd Aytaç gelek kes ji narkotîkê xilas bûn. Misilmanekî bê cihûwar bû. ji ber vê yekê em pir bêriya wî dikin.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/bdRwWd2qGh0

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.