Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-8
Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku di teşebûsa 15ê Tîrmehê de ji wan kesên ku ewil derketibûn derve şexsek bû qala wê şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê kir.
Erdal Elîbuyukê Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê di 15ê Tîrmehê de çawa ku bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bihîst ew jî wek welatiyên din çû Balafirgeha Ataturkê û derket ser tankan. Elîbuyukê ku wê şevê derketibû ser tankan xelkê organîze kir û eskerên darbeker ji nava tankan da derxistin.
Elîbuyukê ku qala wê şevê ji ÎLKHAyê kir di destpêka axavtina xwe de ji bo şehîdan rehmet teleb kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber emrê me, me teşebûsên mîna e-mixtira û post modern darbê dît. Lê belê me cara ewil ji darbeya eskerî re bû şahid. Ji tiştên ku me xwendiye wirdetir me vê yekê bîlfîîl dît.”
“Me bi şikleke bi lez talîmat da temamê teşkîlatên xwe da ku biçin balafirgehan”
Elibuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir lew hêvî dike ku Xweda cardin tiştekî wisa bi xelkê nede jiyandin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şeveke zor zehmet bû. Ez wê şevê di derdora seat 22.00an de li malê bûm. Xanima min hişyarî da min got darbe dibe, ji ber vê yekê em rûniştin li ber televîzyonê û me hewil dida fêm bikin ka çi dibe. Lewra me nediye ka darbe çawa dibe. Tiştê ku me di ekranê de didît eskerên ku li ser pirê bûn û tevlîheviya ku li wê derê bû. Dû re me li medyaya civakî nihêrt. Me dît bi rastî tiştin ne di rê de ne, me hewil da ka çi dibe da ku em fêm bikin. Elbet di vê navberê de me hewil dida bi serokê xwe giştî û navenda xwe ya giştî re têkevin pêwendiyê. Lewra navenda darbê Stenbol û Enqere bû. Dihat gotin li çend bajarên din jî çûyîn û hatin çêbûye, lê bi taybet jî navenda darbê Stenbol û Enqere bû. Di wê pêvajoya hewildana danîna pêwendiyê de gelek kes li me geriyan û endamên me serokên navçê yên partiya me ji me pirs dikirin ka em çaw hereket bikin.Fêmkirina rewşê zêde wext negirt, me fêm kir hewil tê dayîn ku darbe bê kirin. Me jî bi talîmata serokê xwe giştî bi şikleke bi lez û ecele peyam şand ji temamê teşkîlatên xwe û her wiha me ji ser medyaya civakî û ji ser hinek televîzyonan jî me bang li temamê endam û dildarên partiya xwe kir û me ji wan xwest ku derkevin kolan û meydanan. Ji me pirs dikirin ka em ber bi kîjan rexî ve biçin , me jî ji wan re digot însan fewc bi fewc ber bi kîjan rexî ve diçin, hûn jî ber bi wir ve biçin, ango ber bi qadan, balafirgehan û meydanan ve. Lewra millet wê şevê ji tu kesî talîmat nestandibû û derketibû derve.Di naveyna mala min û balafirgehê de 8-10 kîlometre hebû. Ji mala me heta balafirgehê trafîk hatibû girtin. Însan wesayîtên xwe park kiribûn û bi peyatî diçûn. Me bi şikleke bi lez talîmat da temamê teşkîlatên xwe da ku biçin balafirgehan.”
“Digel wan welatiyên li wê derê me hewil da da ku tankê bisekînin”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelk ber bi navendên girîng ên bajêr ve vedikişin û dû re wiha pê de çû: “ Gotin ku ji qereqolan banga alîkariyê dikin. Gelek hevalên me, çûn Parka Saraçxanê. Ew bi xwe di nav pevçûnê de man. Li Stenbolê gelek xalên girîng hene. Ev der balafirgeh, pir, walîtî, şaredariya mezin a Stenbolê, Parka Saraçanê ku exlebeyê şehîdan li vê derê ye hene. Me jî hema bi lez li wesayîtên xwe siwar bûn û me berê xwe da wan deran. Heta ku cihê ku em karibûn bi wesayîtan çûn û ji wê pê ve jî em bi piyatî çûn. Elbet dema ku em derketin ser rêya Basin Expressê me dît ku li wir 3 tank hene. Me dît ku ji rexê balafirgehê ber bi ciheke din ve diçin . Ji me re gotin ji van tankan tankek li balafirgehê yekî eciqandiye. Wê kêliyê me hewil da digel hev wê tankê bisekinînîn. Lê nedisekinî û hereket dikir. Dû re me tankê sekinand. Lewra li pêşiya tankê nêzî 150 kesî hebû.”
“Piştî ku me tankê sekinand , em derketin li ser tankê”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wê girseya qelebalix organîze kirine û dû re wiha li axzavtina xwe zêde kir: “ Me vê komê organîze kir. Em li ber tankê sekinîn û me tankê da sekinandin. Dû re em derketin li ser tankê. Ji bo tank hareket neke me hewil da eskerên di nav tankê de derxînin. Elbet piya nedibûn. Me nêzî 1,5 micadele da, carinan tank hareket dikir. Piştî demekê eskerên di nav de derketin û teslîm bûn.”
Elîbuyuk diyar kir ew tiştên ku diqewimîn ji darbê wirdetir bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ya rastî ev tişt ji darbê wirdetir bû. Di darbeyan de esker dest dideynin li ser birêveberiyê û demekê welêt birêve dibirin û piştî ku xwe bi qanûnan xistin bin muhafezê birêveberiyê dewrî birêveberiya siwîl kirin. Darbe pîs in, temamê darbeyan pîs bûn. Yanî ez cudahiyê naxwim navbera wan û e muxtiraya 27ê Nîsanê jî di nav vê de ye. Tu terefên van ên ku bên parastin tuneye.”
“Bi destnimêj derkevin, hûn ê şehîd bibin”
Elîbuyukê got me xeber da temamê teşkîlatên xwe da ku bi destnimêj derkevin derve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wê şevê me ji temamê hevalên xwe re got ku bila hemû kes destnimêja xwe bigre û derkeve derve. Lewra xeberên mirinê dihatin, xeberên şehîdan dihatin. Me ji ber vê yekê ji hevalên xwe re digot ‘^destnimêja xwe bigrin, hûn ê şehîd bibin înşallah.’ Gava ewil a wê şevê ev bû.”
“Xebera li ser Pira Bogazîçiyê şehadeta birayê me Mehmet Karaaslan ji me re hat”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de wisa qala wê şevê û bûyerên wê şev kir: “ Ji ber ku ez arîkarê berpirsiyarê medyayê bûm, diviyabû min bi xwe xeber dabana serokê me yê giştî. Zêde li wir neman, piştî 2 seatan min berê xwe da rexê mala me ve. Pêwîst bû êdî me medyayê taqîb kiribana. Telefonek hat ji me re. Ji me re gotin ku li ser Pira Bogaziçiyê kesekî bi navê Mehmet Karaaslan şehîd bûye. Elbet wê kêliyê di destê me de malûmatên eseh tunebûn. Hema me digel Metîn Demîrç arîkarê serokê me yê bajêr çûn ber bi pirê ve. Ji me re gotin ku li ser pirê şehîd bûye, lê li hêla Anatoliyê di mirîxaneya nexweşxaneyekê de dimîne. Elbet li wê derê endam û dildarên me her tim xeber didan me. Lê hinek tiştên ecêb me li wir dît. Birayên me yên ku balafirê bi dst xistine selfiyê dikşînin û ji me re dişînin hebûn. Hetta qala tiştekî wisa kirin: Birayên me yên ku ji Yenîbona û Bahçelîevlerê cara ewil gihaştin blafirgehê dibêjin; dema ku em çûn li wê derê polês hebûn. Me ji polêsan re got ku herin mudaxeleyî wan bikin. Esker jî di hundir de bûn, him apron û him jî kule di destên wan de bûn. Hevalên em ji wan re dibêjin silehên xwe bidin me, em ê mudaxeleyî wan bikin. Polês di destpêkê de çekan didin wan û dû re dibêjin li ser navên me bi zimmet in û ji wan distînin. Hevalên me ji wan re dibêjin naxwe hûn midaxeleyî wan bikin.Lewra hûn polês in. Elbet midaxeleyî wan nakin, nikarin bikin. Birayên me bêçek dikevin apron û kuleyê û li rasta eskeran tênç Esker gefê li wan dixwin. Lê hemd ji Xweda re, birayên me girseya li wê derê organîze dikin û him apronê û him jî kuleyê bi dest dixin. Di encamê de eskeran jî bêtesîr dikin.
“Em rêxistineke siyasî ne ku bi salan me ji nokê heta kokê darbe tê çi wateyê hîs kiriye”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir dû re ew derbasî Pira Xalîçê û dîtine ku esker ji rexê Mecîdiyekoyê ve tên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Polês di nav dilmetirsiyê de bû. Dîsa kesên siwîl wan jîpên eskeriyê sekinand. Em jî ji wesayîtan piya bûn. Hinek esker bêrutbe bûn. Di rûyê wan eskerên ku ji hêla Anatoliyê hatibûn de tirs dihat xwendin. Ew jî hewil didan fêm bikin ka çi dibe. Lê heya wan kesên bi rutbe yên li ser serê wan ji meselê hebû. Me dîsa li wê derê midaxeleyî meselê kir. Me ji polêsan xwest ku çekên wan ji wan bistînin û wan binçav bikin, lê polês nediwêran. Dû re me bi rayedarên mehelî û bi parlementeran re hevdîtin kir. Me her tim got ku ev darbe tenê ne li AK Partiyê tê kirin; berawajî li temamê millet tê kirin. Me ji serî ve li meselê bi vê nêrînê dinêrin. Ji ber vê yekê me wê şevê û şevên din digel temamê teşkîlatên xwe yên din her çi ji destên me hat me kir û em li meydanan bûn. Lewra em xwediyê fikarê bûn. Em naxwazin hikûmeta ku hatiye hilbijartin bi kumpasan biçe. Lewra kesê ku herî zêde ji van kumpas û komployan mexdûr bûye em in. Hêç berî vê çend rojan bi kumpasan 6 sal û 3 meh ceza dan birêveberên me. Em rêxistineke siyasî ne ku bi salan me ji nokê heta kokê darbe tê çi wateyê hîs kiriye.”
“Polêsan rê girtibû, ji ber ku nîşangir hebûn nehiştin em derbas bibin”
Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didan ji bo dîtina cezaneya Mehmet Karaaslanoglu bibînin derbasî xestê bibin û di rê de ew tiştên ku wanan dîtine ne yên gotinê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qelebalixeke pir zêde tunebû. Em heta xala dawî çûn. Em ji hêla Ewrûpayê hewil didan derbasî hêla Anatoliyeyê bibin. Polês rê girtibûn û nedihiştin. Ji me re gotin ku nîşangir hene, hûn nikarin derbas bibin. Hetta tê gotin exlebeyê şehîdên li ser pirê ji teref wî nîşangirê ve hatine şehîdkirin. Dû re em derbasî Pira Fatîh Sultan Mehmetê bûn. Em ji ser vê pirê derbasî Anatoliyê bûn. Dema ku em derbas bûn tû tişt tunebû, xelk xwe berdabûn meydan, kolanû balafirgehê. Em ji wir veqetiyan û me hewil da derbasî xestê bibin, lê exlebeyê rêyan girtîbûn. Dû re em derbasî xestê bûn û li wê derê birayên me ji me re gotin ku kesê ku şehîd bûye birayê me Mehmet Karaaslanoglu ye. Me jî teşhîs kir ka ew e yan na. Min xwe berda mirîxanê, 5 şehîdên ku wê şevê li ser pirê hatibûn şehîdkirin hebûn. Malbatên wan jî hatibûn û dilorandin. Min Mehmet teşhîs kir. Tiştekî zor e, temamê şehîdên me pir bi qiymet in.”
Erdal Elîbuyuk Arîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Danasîn û Medyayê yê HUDA PARê û Serokê Bajêra Stenbolê ye.Elibuyuk di êvara darbê de ji wan siyasîn ewil ên ku çûn Balafirgeha Ataturkê û li berxwe dan yê ewil bû. Elîbuyuk xelkê organîze kir û derket li ser tankan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.