Kanî Nesla Dîndar?
Bavek 5 Kurên Xwe û Brayê Xwe Kuştin, Kurekî Jî Diya Xwe Kuşt
Îro eşkere ye ku maddiyat û ekonomî, hizûr û silametiyê nade însan û millet. Millet çiqas ji terbiye û exlaqê Îslamê dûrdikeve, ewqas hovîtî û wehşet jî gûr dibe.
Hikûmet rê û senayiyan vedike, mekteb û sîteyan radike, li ser ekonomî û ewlehiyê serê xwe diêşîne. Xetên petrolê, qereqolan ava dike. Tîcaret û teknolojiyê dixwaze bi pêş ve bixe. Lê ji bo me’newiyat û exlaq, ji bo terbiye û silametiyê, ji bo hizûr û îbadetê heta niha çend camî ava kirine, çend distûrên Îslam û me’newiyeta bicîh anine? Bi çend gotinan dixwaze meselê pêşguh bike. Lê nikare xwe ji bin van mesûliyet û vebalî derxe.
Lewra li bajarê Stenbolê bavek kontrola xwe winda kir, 5 kurên xwe û birayê xwe kuştin. Li Îzmîrê jî kurekî diya xwe qetil kir.
Li Bağcilara Stenbolê bavê ku 5 kurên xwe û birayê xwe kuştin, dûre bera xwe jî da. Jina wî û du zarokên wî jî yên birîndar rakirin nexweşxanê.
Li Îzmîrê kurekî bi îddîa şîzofrenî li metbexê bi tupê gelek caran li serê diya xwe dada û diya xwe kuşt. Li ser van hadîseyan wiha hat gotin “Ey serekwezîr! Kanî nesla dîndar?” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.