Karkerê ku li fabrîqayê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Karkerênku li febrîqayê dest û piyên wî ketibûn ber mekînê û giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Zeynel Polatê ku li Semsûrê di febrîqeya ta de dixebitî dest û piyên wî ketibûn ber mekînê û giran birîndar bûbû. Polatê ku giran birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin Polatê ku jiyana xwe ji dest daye bavê 2 zarokan bû. Cenazeya Polatî piştî karên otopsiyê ji teref hezkiriyên wî ve hat definkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.