Karwana Hêvîyê berîya Remezanê li Dîyarbekir ji mixtacan re alîkarî belav kir

Karwana Hêvîyê berîya Remezanê li Dîyarbekir ji mixtacan re alîkarî belav kir

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, ji malbatên mixtac û mexdûran re bi şîara “Meha Hêvîyê Meha Remezanê” alîkarîya xwarin û goştê sor kir.

Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir destnîşan kir ku ew di berîya meha Remezanê de bi sedan mixtacan re alîkarî belav kirin û derheqê alîkarîyê de axavtinek kir.

Elelçî di axavtina xwe de weha got, “Emberîya meha Remezanê bi şîara “Meha Hêvîyê Meha Remezanê” li navend Dîyarbekir, li navçeyên Dîyarbekir û li gundên Dîyarbekir ji malbatên me yên mixtac û mexdûran re kolîyên xwe belav kir. Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir ji malbatên mexdûr û mixtacên ku li cem me hatine qeyîtkirin re 700 pakêtên kolîyê xwarinê û qurbanên ku me ser jê kirîye belav kir. Me daxwaz dikir ku bila van malbatên me di meha Remezanê de ji bona ku di paşîv û fitarîyên wan de tiştên xwarine hebe. Ji ber vê yekê me jî bi armanca hevparîya ji şîva wan, kêfxweşîya wan û dilxweşîya wan re van kolîyên xwarinê û van goştan belav kir.”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew 700 pakêtin xwarinê ji malbatên mixtac, bêçare û bêkesan re belav kirine û li axavtina xwe weha zêde kir, “Me di vê alîkarîyê de ji 2 hezar malbatan re alîkarî belav kir, me daxwaz dikir ku em bighêjin 10 hezar malbatên xwe lê ji bona vê tiştê îxtîyacîya me gelek zêde ji bexşên xêrxwazên me re heye. Bi îzna Xwedê xêrxwazên me ew ê di vê meseleyê de me tenê nehêlin. Em gerek bi zikatên wan, fitrên wan û sedeqeyên wan ji wan malbatên ku çavên wan li rêya me ne re kolîyên xwe bighêjînin.”

Elelçî di dawîya axavtina xwe de ji hemû xêrxwazên Dîyarbekir û Tirkîyeyê re ji bona bexşên wan bang kir û weha berdewam kir, “Werin em di vê meha mibarek de jî ji kêfxweşî, fitarî, dua û bereketa paşîvên wan mixtac û bêkesan re bibin hevpar. Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir wan kolîyên xwe yên ku hazir kirine ji malbatên xwe re belav kir û niha jî gelek malbat hene ku em ji wan re jî alîkarîyê bikin, lê di destê me de pakêt neman. Ez ji hemû xêrxwazan re bang dikim ku em vê mehê bi kêfxweşî, bi xêrê, bi selametî û herî mûhîm jî bi alîkarîyê, bi parvekirinê û piştevanîyê temam bikin. Armanca ev xebatên me ev e ku em ji bona ku bighêjin rehmeta Xwedê, duayên melaîketan û duayên hemû mezlûmên li ser cîhanê ye.” (ÎLKHA)


https://youtu.be/UDK5nm_eFOI

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.