Karwana Hêvîyê li Êlihê ji bo afetzedeyan şîva germ û cil û bergan belav kir

Karwana Hêvîyê li Êlihê ji bo afetzedeyan şîva germ û cil û bergan belav kir

Karwana Hêvîyê ku li Êlihê ji bo mexdurên lehîyê fealîyetan da destpêkirin, ji bo afetzedeyan aşxane vekir û alîkarîya cil û bergan kir.

Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê, birînên bajara ku 4 kesan ji ber lehîyê canê xwe ji dest dabûn derman dike.

Di seatên ewil de Karwana Hêvîyê bi tevî endam û dildarên xwe di sehayê de bû û ji xelkê re şîva germ û cil û bergan belav dikir.

Endamê Sazîya Bireveberîya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku ew di alîyê alîkarîya însanî de ji bona ku lazimatîya afetzedeyan temîn bikin dixebitin.

Teymur, îfade kir ku ew di seheyê de aşxaneyekî vekirine, li vê derê hem şîva germ hem jî cil û bergan belav dikin.

“Afetekî mezin e”

Teymur di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê li vê derê ji bo malbatên xwe yên ku di lehîyê de mexdur bûne re di merheleya ewil de aşxaneyekî vekirîye û ji wan re alîkarîya cil û bergan dikin. Bi teybetî bûyer û afeta ku di taxa Seyyîdleran de pêk hatîye gelek mezin e. Di vê afetê de me 4 heb canê xwe winda kir. Ez cardin ji wan welatîyên xwe yên ku canê xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwazim. Xwedê rehma xwe li wan bike, bila mekanê wan cennet be. Ji malbata wan re jî sebrê daxwaz dikim.”

“Ji mexduran re destên xwe yên alîkarîyê dirêjkin”

Teymur îfade kir ku ew ê alîkarîyên xwe bidomînin, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê heta ku lazimatî hebe wê xebatên xwe bidomînin. Me li vê derê qasî ku îdare bibe cîhekî vekirîye. Ew ê hem alîkarîya me ya cil û bergan hem jî aşxaneyê berdewam bike. Xebatên me yên tespîtkirinê hêj didome. Bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re ev birînên xwe derman bikin. Em ji xêrxwazên xwe dixwazin ku bila destên xwe yên xêrê ji mexdurên lehîyê re dirêj bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.