Karwana Hêvîyê wê li gelek welatan “Şîva Mewlûdê” bide

Karwana Hêvîyê wê li gelek welatan “Şîva Mewlûdê” bide

Weqfa Karwana Hêvîyê, bi minasebeta Qendîla Mewlûdê li Tirkîye, Filistîn, Yemen, Sûrîye, Efxenistan û Efrîqayê bi hevdemî “Şîva Mewlûdê” bide.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê derheqê fealîyetê de agahîyan da û weha axivî, “Em bi di çarçoveya Hefteya Mewlûdê de ji birayên me yên mihtac ên erdnigarîyên mezlum dijîn re projeya xwe ya ‘Şîva Mewlûdê’ da destpêkirin. Bi piştgiriya xêrxwazên xwe em ê di şeva 7ê cotmehê roja Îniyê, mewlûdên ku ji xêrxwazên welatê me, Filistîn, Yemen, Efxanistan û bi dehan welatên Afrîkayê hatine dayîn, bi awayekî hemwext radest bikin. Înşallah wê li wir nimêj bê kirin. Ez ji Rebbê me re lava dikim ku ev roja pîroz a ku Resûlê Xuda (selat û silavên Xuda lê bin) ji bo ummetê pîroz be. Xwedê Teala ji hemû birayên me yên ku alîkarîyê dane razî be û xêra wan qebûl bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.