Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji zarokên êtîm û mihtacan re alîkarîya cilan kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê, hê çend roj ji ‘Îda Qurbanê re heye ji zarokên êtîm û mihtacan re cil û bergan stand û îhtîyacîya wan bi cih anî.

Karwana Hêvîyê vê salê jî êtîm û mihtacan navêt pişt gohên xwe, bi tevî alîkarîya ku ji wan re kir ji kêfa wan zarok û malbatan wan re bû hevpar.

Ji zarokan re sol û cilan standin, bi alîkarîya xêrxwazan qasî 10 hezar TLyî alîkarîyê kirin.

Mucahît Onenê endamê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê wek ku em her sal dikin îsalê jî ji malbatên xwe yên êtîm û mihtacan re îdanîyê belav kir. Ji xeynê vê bexşkarekî me jî ji me re solan şîyand û em wan solan jî belavê xuşk û birayên me yên êtîm dikin. Xwedê Teala bila xêra xêrxwazên me qebûl bike.”

Onen di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku bexşên wan yên qurbanê berdewam dike, û kesên ku dixwazin ji xûşk û birayên êtîm re alîkarî bikin dikarin ji wan re bibin sponsor û axavtina xwe weha dawî kir, “Niha bexşên me yên qurbanê berdewam dike. Bi tevî ev alîkarîyê xêrxwazên me yên ku dikarin alîkarî bikin ji wan xûşk û birayên me yên êtîm re dikarin bibin sponsor û ji cil û bergên wan re bibin alîkarî. Li vê derê û van xebatan bi tevî alîkarîyên we li pîyane. Xwedê Teala ji ber van alîkarîyên we bi beheştê we bide xelatkirin. Xwedê ji we razî bibe, em sipasîyan dikin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.