Karwanê Hêvîyê bi minasebeta sê mehan ji malbatên mexdur û mihtac re alîkarîyê belav kir

Karwanê Hêvîyê bi minasebeta sê mehan ji malbatên mexdur û mihtac re alîkarîyê belav kir

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê bi minasebeta sê mehên ku mehên rehmet, bereket û alîkarîyê ye, ji bi sedan malbatên feqîr, mexdur û mihtac re kolîyên xwarinê û goştê spî belav kir.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê, got ku ger ku xêrxwazan bexşên xwe bidin û bidomînin, ew ê van alîkarîya jî ji zêdetirî malbatên mihtac û mexdur re bighêjînin.

Karadenîz derheqê alîkarîya ku kirin de axivî û weha got, “Ev rojên mibarek yên ku demsala rehmetê ye, ji bona me Misilmanan firsadeke mezin dide. Di vê rewşê de ev ê ku bi me dikeve ev e ku em aciztî û biçûktîya xwe ya li hember Xwedê ferq bikin û nefsa xwe bikin hesabê, bi derdên birayên xwe re xwe derddar bikin û qasî îmkanên ku ji me bê em pirsgirêkên wan ji holê rakin û ji bona vê jî micadeleyê bikin. Ji bona ku em ji bo însanên mexdur û mihtac re bibin hêvî di van sê mehan de çi ji destê me bê em bikin. Gerek em van mehên rehmet û bereket ji bona ku di me’neya meddî û menewî de xwe paqij bikin wek firsedek bibînin. Xwedayê min bira ji me re bike nisîb ku em ji êtîm, feqîr û mexdurên li çar alîyê dinyayê re bibin hêvî, destê ku stêrkên wan paqij dike û xwe dirêjê wan dike ji me re bike nisîb.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.