Karwanê Hêvîyê bi wesîleya Şeva Regaîbê ji bidehan malbatan re alîkarîyê belav kir

Karwanê Hêvîyê bi wesîleya Şeva Regaîbê ji bidehan malbatan re alîkarîyê belav kir

Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê ku li Êlihê fealîyetan lidardixe, bi wesîleya Şeva Regaîbê ji gelek malbatên mihtac re alîkarîya pakêtên xwarinê kir.

Serokê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur destnîşan kir ku ew Şeva Regaîbê ya hemû ummeta Îslamê pîroz dike, ji xêrxwazan re jî ji ber ku vê destekê dane wan teşekkur kir.

“Xwedê ji xêrxwazên me razî be”

Teymur, “Em wek Karwana Hêvîyê yê Êlihê her meh ji bo mihtacan xebatên me yên alîkarîyê çêdibin û wan xebatên me jî didomin. Bi wesîleya têketina nav sê mehên mibarek me ji malbatên xwe yên hewcedar re pakêtên xwe yên xwarinê gihand. Di nav pakêtên me de rûn, birinc, şekir, çay, bilxûr, nok û fasûlî hene. Hemd ji Xwedê re ku me vana teslîmê malbatên xwe kir. Xwedê ji hemû xêrxwazên me razî be.”

“Em di sê mehên mibarek de mihtacên xwe bîrva nekin”

Teymur bang li xêrxwazan kir ku bila alîkarîyên xwe bidomînin:

“Malbatên ku van pakêtan teslîm girtin gelek kêfxweş bûn û ji xêrxwazan re dua kirin. Di vê çarçoveyê de alîkarîya xêrxwazên me, malbatên me yên hewcedar gelek kêfxweş dike. Di serî de yê xelkê me dûre jî Şeva hemû alema Îslamê a Regaîbê pîroz dikim. Di vî warî de bang jî li xêrxwzên xwe dikim ku bila alîkarîyên xwe qut nekin û bidomînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.