Karwanê Hêvîyê dest bi xebatên meha Remezanê kir

Karwanê Hêvîyê dest bi xebatên meha Remezanê kir

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, ji bo meha Remezanê ku meha bereket û rehmetê ye dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Weqf, di çarçoveya xebatên meha Remezanê de; ew ê li Tirkîye, Efrîqa, Asya û Rojhilata Navîn ji bi dehan welatan re alîkarîya meddî bike , xeyn ji vana ew ê xebatên qurbanê û cil û bergan jî bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Karwana Hêvîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji meha Remezanê ku ji bo ummetê meha rehmetê ye û bi coş û beş li bendê tê sekinandin re rojên jimarte mane. Em ê wek Karwana Hêvîyê di meha Remezanê de jî wezîfeyên xwe yên ku di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê dibînin bi kar bînin. Bi tevî vêya, em ê li welatê xwe di serî de herêma erdhejê û li çar alîyê welatê xwe di meha Remezanê de projeyên xwe bi cîh bînin.”

Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku rejîma îşxalker ev bû 5 meh e li Xezzeyê êrîşên xwe didomîne, “Xûşk û birayên me yên Fîlîstînî li wê derê ji bo îzzet û rûmeta ummetê herbê dikin. Van xûşk û birayên me di nav şert û mercên zor û zehmet de micadeleya jîyanê didin. Destekdayîna ji doza Fîlîstînê re û xwedîderketine ji wan êtîmên ku birayên me ji me re hiştine li ser me mesulîyetekî ye. Em ê wek Karwana Hêvîyê, daîma li cem xûşk û birayên xwe bin ji bona ku ew Remezana xwe di nav hizûr û ewlehîyê de derbas bikin em ê bixebitin. Werin em tev bi hev re birînên wan derman bikin û ji wan re bibin destek.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.