Karwanê Hêvîyê ji mexduran re alîkarîya xalî û zivistanê kir

Karwanê Hêvîyê ji mexduran re alîkarîya xalî û zivistanê kir

Komeleya Semsûr yê Karwan Hêvîyê, ji bo temînkirina lazimatîyên mexduran xebatên xwe didormîne.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li welat hejmara mexduran gelek zêde bû, Karwana Hêvîyê jî xebatên xwe zêde kir û destê xwe yê xêrê ji mihtacan re dighêjîne.

Yek ji rayedarên Komeleya Semsûr yê Karwana Hêvîyê Muharrem Koçuşagi, diyar kir ku divê erdhejzede neyên jibîrkirin.

“Ji ber erdhejê lazimatî berdewam dikin”

Koçuşagi weha got, “Piştî erdheja 6ê Sibatê me xwarina germ, zecîre û alîkariya pereyan da bi deh hezaran malbatên Semsûrê. Îro jî ew alîkariya malbatên me yên hewcedar berdewam dike. Me îro pêdiviya xalî, sobeya elektrîkê û sobeya metbexê ya malbateke hewcedar bi cih anî. Dema em dikevin mehên zivistanê hewcedariya van malbatan bi dar û komirê jî heye. Em li bendê ne ku xêrxwaz di zûtirîn dem de destê xwe bidin me da ku van hewcedariyan bi cih bînin.”

Koçuşagi derheqê lazimatîya erdhejzedeyan de bang kir û weha got, “Welatiyên me hene ku ji ber erdhejê malên wan wêran bûne û hemû mal û milkên wan winda bûne. Ji bo ku ew dîsa bibin xwedî mal, pêwîstiya wan bi malzemeyên ji bo malekê heye. Di vê çarçoveyê de ji bo peydakirina hewcedariyên curbecur ên wekî kursî, sof, malzemeyên razanê û metbexê pêwîstiya me bi alîkariyên xûşk û birayên me yên xêrxwaz heye. Me hinek ji van pêwîstiyan bi cih anîn, lê ev pêwîstî hê jî didome.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.