Karwanê Hêvîyê li Entabê ji mihtacan re êzing û komir belav kir

Karwanê Hêvîyê li Entabê ji mihtacan re êzing û komir belav kir

Karwanê Hêvîyê yê Entabê ku bexşên xêrxwaza ji mihtacan re dighêjîne û ev xebatên xwe didomîne, di van rojên ku zivistan xwe nîşan dide de ji mihtacan re ji bo şewitandinê komir û êzing belav kir.

Karwanê Hêvîyê ku salik dozde meh xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, vê carê jî alîkarîya komir û êzinga kir.

Dildarên Karwana Hêvîyê ji malbatên ku berê hatibûn tespîtkirin re komir û êzingên wan dan wan, dildaran, di kolanên ku wesayît nikaribû biketanayê jî bi mil û piştên xwe komir û êzingan barkirin û teslîmê malbatên mihtac kirin.

Serokê Komeleya Entabê yê Karwanê Hêvîyê Mustafa Ozaslan derheqê xebatê de agahîyan da û diyar kir ku ew di navbera mihtac û xêrxwazan de wezîfeya pirê bikartînin.

Ozaslan îfade kir ku ew ji malbatên êtîm û sêwîyan re êzing û komir belav kirine, “Hema hema her meh xebatên me yên xêrê çêdibin û didomin. Xwedê Teala ji xêrxwazan razî be. Em ji xêra ku ew didin me re navbeyknarîyê dikin û ji mihtacan re dighêjînin. Em di navbera feqîr û dewlemendan de wezîfeya pirê dibînin.”

Ozaslan destnîşan kir ku malbatên wan ên mihtac gelek zêde ne û di vî warî de gelek wezîfe bi xêrxwazan dikeve, “Gelek malbatên me hene ku hêj me ji wan re alîkarîyê negihandîye. Malbatên me yên ku di pîyên wan de sol tinene hene, hinek malbatên me hene ku di nav malên wan de êzing û komir tinene ku bişewitînin. Em ji xêrxwazan re ev tiştê dibêjin; di dema belavkirina alîkarîyan de hûn dikarin bi me re werin û malbatên mihtacan bigerin, hûn dikarin bi çavên xwe ji mexdûrîyetên malbatan re bibin şahid. Dema ku malbat tênê cem me û ji me alîkarîyê dixwazin em jî diçin malên wan û lêkolînan dikin, bawerîya we pê hebe hinek malbat hene ku nav malên wan de xalî jî tineye. Em di nav malên xwe yên germ de jî carna nikarin rûnên di wê demê de jî em ewakî bifikirin, ‘ecêb van însanan çawa dikin?’ zivistan xwe nîşan da. Serma ew ê zêdetir bibe. Em ji xêrxwazan re bang dikin; werin dengê xwe bidin me. Em lazimatîya mihtacan temîn bikin.” (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.