Karwanê Hêvîyê li Xezzeyê alîkarîyên xwe didomîne

Karwanê Hêvîyê li Xezzeyê alîkarîyên xwe didomîne

Weqfa Karwan hêvîyê ji bona ku ji sîvîlên li Xezzeyê re ku ew ji ber rejîma sîyonîst bi birçîbûnî û tinebûnîyê re micadeleyê dikin destekê bidin, alîkarîya şîva germ, xwarin, derman û betanîyan dike.

Xezze, ev bû 4 meh e ji alîyê hewa, bejahî û behrê ve di bin êrîşekî dijwar de ye û ji ber vê yekê ew micadeleyekî zor didin.

Ji ber ku rejîma îşxalker li Xezzeyê ji têketina alîkarîyê re astengîyê derdixe, li Xezzeyê şert û mercên jîyanê gelek zor û zehmet bûye. Xelkê Xezzeyê jî digel hemû tinebûn û zehmetîyan axên xwe terk nakin û berxwedana xwe didomînin.

Di vê rewşê de yek ji sazîyên ku destê xwe yên alîkarîyê dirêjê xelkê Xezzeyê dike jî Weqfa Karwana Hêvîyê ye. Weqf, lazimatîyên şîva germ, xwarin, derman û betanîyan ji wan re dighêjîne û bi vê şeklê çiqas jî kêm be ji wan re dibe alîkar.

Karwana Hêvîyê digel hemû astengîyan ji bona ku destek û alîkarîyê bighêjîne Xezzeyê micadeleyekî mezin nîşan dide. Di vê çarçoveyê de gelek malbat bi xêra alîkarîya Karwana Hêvîyê lazimatîyên xwe yên rojane temîn dikin.

Xezzeyîyan jî di vî warî de ji Karwana Hêvîyê re teşekuran kirin û destnîşan kirin ku rejîma îşxalker ji têketina alîkarîyê a ji Xezzeyê re astengîyan derdixe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.