Karwanê Hêvîyê xebatên xwe yên qurbanê didomîne

Karwanê Hêvîyê xebatên xwe yên qurbanê didomîne

Karwanê Hêvîyê ya ku xebatên xwe yên qurbanê didomîne di serî de li herêmên erdhejê bi giştî li bi dehan welatên mîna Efxanistan, Yemen, Sûrîyeî Filistin û welatên Afrîkayê dê wekaletên qurbanê bi cî bîne.

Serokê Giştî yê Weqfa Alîkarîya Însanî yê Karwanê Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Kurtaran di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew îsal temamê giranîya xwe didin li ser wan herêm û bajarên ku lê erdhej çêbûne û wiha got: “ Ji wê eyda ku dibe wesîle em nêzî Rebbê xwe bibin re wextekî hindik ma. Xebatên me yên Karwana Hêvîyê bênavber berdewam dikin. Rebbê me di Qurana Kerîm de ji me re ferman dike ‘Naxwe nimêja xwe eda bike û ji bo Rebbê xwe qurban serjê bike.’ Me jî ji xwe re vê fermana îlahî kir rêber û dest bi xebatên xwe kir. Me him li nava welêt û him jî li derveyî welêt bi şîara ‘Bila Qurbana We Bibe Hêvî’ xebat da destpêkirin.”

“Em li Efxanistanê rasta wan kesên ku ev 4 sal e goşt nakeve malên wan hatin”

Kurtaran di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, xebatên wan ên sehayê yên ji bo belavkirin goştên qurbanan berdewam dikin û wiha got: “ Nexasim li Efxanistanê problemeke mezin heye. Sala borî me li Efxanistanê li 24 herêman qurban da serjêkirin û li wan birayên xwe belav kir. Em li Efxanistanê rasta wan kesên ku ev 4 sal e goşt nakeve malên wan hatin. Belavkirina goşt û dîtina halê wan pir tesîr li me kir. Nexasim Yemen hêj di nav şer de ye. Ji xwe halê Efrîkayê malûm e.Em ê vê xebata xwe ji bo van xişk û birayên xwe bikin. Temsîlkarên me ew ê herin wan deran û qurbana wan kesên ku wekalet dane bidin serjêkirin û goştê wan li gelê mezlûm û li wan kesên ku medrese û yetîmxaneyan dîmînin re belav bikin”

Kurtaran di dawîya axavtina xwe heqê qurbanan wiha anî zimên: “Îsal heqê qurbanê li nava welêt 4 hezarû 250 lîre û li Efxanistan, Bangledeş û li Arakanê 2 hezar û 500 lîre , li Yemenê 2 hezar û 60o lîre û li Xazzeyê jî 6 hezar û 500 lîre ye. Kesên xêrxwaz ên ku dixwazin qurbanên xwe bi wasitaya me bidin serjêkirin dikarin heqê qurbanan bişînim hisabên me yên fermî yên bankayê.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.