KDP: Musebbibê êrîş û bêîstîqrariyê PKK ye

KDP: Musebbibê êrîş û bêîstîqrariyê PKK ye

KDPyê ku piştî TSKyê êrîşa hewayî li dijî Şengalê lidar xist daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku musebbibê êrîş û bêîstîqrariyê PKK ye û di daxuyaniyê de hat ragihandin bila PKK ji herêmê derkeve.

KDPyê ji partiyê Kurdistalna Iraqê, di daxuyaniya nivîskî ya ku da de destnîşan kir pêwîst e ku hêzên PKKê ji Şengalê derkevin.

Piştî TSKyê êrîşa hewayî li dijî Şengalê lidar xist, ji teref Koma Parlementoya KDPê ve daxuyaniya nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûbe. Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku sedema bêîstîqrariya li herêmê PKK ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Em diyar dikin ku ji êrîşê diltirs in. Em her cûr êrîşên ku li dijî axê Kurdistanê, Pêşmerge û hemwelatiyên Kurdistanê tên lidarxistin red û şermezar dikin. Lê divê ku vê rastiyê jî ji bîr nekin ku musebbibê êrîş û bê îstîqrariyê PKK û hêzên wê ne. Mana van hêzan a li vir dibe sedema êrîş û bê îstîqrariyê. Ji ber vê yekê divê ku demildest hêzên PKKê ji herêmê derkevin da ku piştî felaketa Şengalê gel bê tirs bijî.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.