Kêfxweşiya Remezanê ya zarokên Diyarbekirî

Kêfxweşiya Remezanê ya zarokên Diyarbekirî

Zarokên Diyarbekirê yên ku hewil didin riza Xwedê qezenc bikin di meha Remazê de hewil didin rojî bigrin.

Zarokên ku li Sûra Diyarbekirê dijîn û temana wan di navbera 9-12 salan de ye û hewil didin di meha Remezanê de rojiyê bigrin destnîşankirin çavkaniya wan herî mezin a şadî û kêfxweşiyê qezenckirina rizaya Xweda  ye û ew ji ber vê yekê hewil didin di meha Remezanê de rojî bigrin.

“Ji bo em ji Xweda re îbadetê bikin û ji bo em têkevin cennetê em birçî dimînin”

Zarokê bi navê Yusuf Îslam Ergîn  destnîşan kir ew her sal hewil dide 3 rojan rojî bigre û wiha got: “Carinan ez pir zêde tî dibim û birçî dibim. Lê rojiya xwe xera nakim û li benda fitariyê dimînin. Tiştê herî xweşik a Remezanê girtina rojiyê ye. Ji bo em ji Xweda re îbadetê bikin û ji bo em têkevin cennetê em birçî dimînin.”

“Xweda ji ber ku qewetê daye me em dikarin rojî bigrin”

Muhammed Saîd Ergînê ku diyar kir ew gelek zêde hez ji girtina rojiyê dike di derbarê mijarê de wiha got: “ Min heftiyek rojî girt. Dema ku ez bi rojî me bi gogê dileyzim û ji xwe re digerim. Di  dema fitarê de gelek xwarinên xweş dixwim. Dema ku ez zehmetiyê dilşînim serê min diêşe, lê ez rojiya xwe xera nakim; lewra ez gelek zêde hez ji girtina rojiyê dikim Ji ber ku Xweda emr kiriye û ji ber ku dê, bav û seydayên em rojiyê digrin ez hî rojî digrim. Dema ku em gogê dileyzin wext zû derbas dibe û wextê fitarê tê. Kesên ku nagirin hene, lê Xweda dest, çav, ling û guh daye me. Xweda ji ber ku qewetê daye me em dikarin bigrin.”

“Dema ku ez rojiyê digrim  gelek kêfxweş û şad im”

Zarokê bi navê Muhammed Pîşkînleblebîcî jî di derbarê mijarê de diyar kir   dema ku ez bi rojî digrim gelek zêde îbadetê dikim û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez zêdetir diçim camiyê Ez nimêjên terawîh û eşayê li camiyê dikim. Min nêzî heftiyekê rojî girt. Di wan rojên ewil de pir bi zehmet bû. Lê niha ez derdikevim derve û dileyzim. Ez ji bo riza Xweda û ji bo xêran rojî digrim. Dema kue z rojî digrim bextewar im.Dema ku ez li cennetê kêfê bikim dibe ku kesên rojî negrin cehnemê bibînin.”

Kesên bi navê Muhammed Enes Guneş û Zeynel Abîdîn Ergîn jî di derheqê Remezanê de diyar kirin ew rojî digrin û parîkekê zehmetiyê dikşînin, lê ew rojiyê xwe xera nakin.

ÎLKHA

















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.