Kelhaamed 16 sal e bênavber weşanê dike

Kelhaamed 16 sal e bênavber weşanê dike

Kovara Banga Heq ji Kelhaamed a ku di Kurdî(Kurmancî-Zazakî) di warê çand, edebîyat û hunerê de weşanê dike di salvegera 16em a di warê kovargerîyê de panêlekê tertîp kir.

Panêla ku li Salona Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyyubî ya li Diyarbekirê hat tertîpkirin bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bername bi pêşkêşvanîya Selhaddîn Guler berdewam kir.

Piştî sînevîzyona ku nîşandan panel wek du rûniştinan hat tertîpkirin. Di rûniştina ewil de edîtorê kovarê Ebdussamed Yalçin gotarek pêşkêş kir û derbarê feydeya Kovara Kelhaamed a di warê edebiyat û zimanê Kurdî de kir. Di heman niştinê de Dr. Îbrahîm Dagilma jî bi Kurdîya Zazakî axavtinekê kir û balan kişand li ser nivîsên ku bi Kurdîya Zazakî di kovara Kelhaamed de hatine weşandin.

Piştî navbera ku hat dayîn rûniştina duyem bi axavtina silavdayînê ya Parlementerê HUDA PARê Serkan Ramanli dest pê kir û Ramanli di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta perwerdehîya bi zimanê zikmakî.

Piştî axavtina silavdayînê di rûniştina duyem de ji teref Nivîskar Vahdettîn Înce û ji teref Mela Mahmûd Kilinç ve bi Kurdîya Kurmacî derbarê çîrok û zêmar û helbestên şînê de pêşkêşîyek hat kirin. Di rûniştina dawî de herî dawî Dr. Hêmin Omer Ehmed jî bi Kurdîya Kurmancî pêşkêşîyek kir û panêl bi dawî bû.(ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.