Kelhaamed Jimara Zivistane Derket!

Kelhaamed Jimara Zivistane Derket!

Jimara nû a Kovara "Banga Heq Ji Kelhaamed" derket. Her wek tê zanîn Kelhaamed kovereke sê mehî ye û di her demsalê de derdikeve.

 

Di jimara zivistanê de Kelhaamed dosyayên pir balkêş bona xwendevanên xwe amadekirine. Wek “Kurdên Sûrî”, “Peyvên Rêberên Îslamê di derbarê Kurdan de”, “Jinên Meşhur Yên Kurd”, “Alim û Meşayixên Kurd” (Şêx Muşerref, Îbn-î Selah), “Rîsaleyên Nûr” û “Mezlûmiyeta Gelê Me”…

Dîsa di jimara zivistanê de bi herdu zaravayên Kurdî (Kurmancî, Dimilî); nivîs, çîrok û helbestên hêja hene. Xwendevan karin di şevbihêrkên xwe de guh bidine “Şîretên Rêberan”, dilê xwe vekin ji bona peyvên berya çend sed sala ji dilê “Şêxê Xanî, Bateyî û Sîyehpûş” herikîne, bi “agahî”yan têr, bi “helbest û nivîsên dîrokî û balkêş” dilzîz bibin.

Bixwînin, Bidin Xwendin!

Rêveberên Kelhaamed bi wesîleya derketina jimara Zivistanê anîn ziman ku “Divê Kelhaamed bê xwendin. Lewra dosyayên ku li ciyên din nayên bidestxistin tê hene.”

Azad Rastan / Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.