KES JÊ RE TIŞTEKÎ NABÊJE
Emrîka û Ewrûpa, her carê beyan û îfade dikin ku li hember sîlehên nukleer û kîmyewî û bîyolojîk in
KES JÊ RE TIŞTEKÎ NABÊJE
EMRÎKA BOMBEKE KU 70 M DI KURAHIYÊ DE DITEQE ÇÊKIR
Emrîka û Ewrûpa, her carê beyan û îfade dikin ku li hember sîlehên nukleer û kîmyewî û bîyolojîk in. Feqet dema ew çêkin, ji bo aşîtî û demokrasiyê ye. Jixwe bomba atomê ya ku avêtin Japonyayê, sîlehên li Vîetnamê bikar anîn, ji bo aştiya dinyê bû, ne ji bo kuştina însana bû!
Jixwe siyonîst Îsraîl, guhnade qaîdên navnetewî yên derbarê terikandina sîlehên kîmyewî û nukleerê. Deriyê xwe jî, ji saziyên navnetewî re venake ku li ser sîlehên nukleerê yên Îsraîl lêkolînê bikin.
Xeberên ajansan dan zanîn, Emrîka bombeke ku 70 metre di kûrahiya erdê de diteqe çêkiriye. Ev bombeya konvansiyel, di dinyê de ya herî mezin e. Emrîka ji bo ku stargehên kûr, qul bike çêkiriye. Wezîrê hêzên hewayê yê Emrîka Maykil Danlî wiha got “Me, bombeya konvansiyela heta niha ya herî mezin çêkiriye. Bombe ji bikaranînê re amade ye.”
Ev bombe 2 ton malzemên teqemeniyê hildigre. Berî niha aliyên eskeriyê gihandibûn medyayê ku ev bombe ji bo welatên mîna Îran û Koreya Bakur hatiye bipêşxistin. Lê zulumkar çi dike bi xwe dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.