Kesê ku zarok û pîreka xwe rehîn girtibû hat girtin
Li Rihayê zilamê ku pîrek û zarokên xwe ji bo ku teslîmê polêsan nebe rehîn girtibû piştî 28 saetan bi operasyona ku hat lidarxistin hat girtin.
Li Rihayê zilamê ku pîrek û zarokên xwe ji bo ku teslîmê polêsan nebe rehîn girtibû piştî 28 saetan ji ber ku zêde betilîbû bi ji teref polêsan ve hat girtin.
Li taxa Dîreklî ya navçeya Eyyubiyeya Rihayê Osman B.yê 38 salî dema ku bi zarok û pîreka xwe ve di nav wesayîta ticarî de bûn li rastê noqteya kontrola polêsan hatibû.
Polêsan hewl dan ku mehkûmê îqna bikin. Piştî demekî dirêj mehkum 4 zarokên xwe serbest berda. Osman B.yê ku piştî 28 saetan betilî di encama operasyona hat lidarxistin de hat girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.