Kesên ji teref karkerê banqayê ve hatine şelandin alîkariyê dixwazin

Kesên ji teref karkerê banqayê ve hatine şelandin alîkariyê dixwazin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hemwelatiyên ku diyar kirin xebatkerê banqayê wan şelandiye ji ber ku ev mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin bertek nîşan da.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hemwelatiyên ku diyar kirin ew nêzî 2 meh berê ji teref xebatkerê banqayê ve hatine şelandin ji ber ku ev mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin bertek nîşan da.

Hat idîakirin ku M.Vyê li navçeya Nisêbînê di banqeke taybet de dixebite 5 milyon TLyê nêzî 100 mişteriyan diziye û niha jî li tu ciyê naxwiyê. Di derbarê mijarê de ji teref dozgeriyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Gor idîayên hatine bidestxistin M.V, bi mişteriyên ku di hesabên wan de zêde pere heye têketiye têkiliyê û ji bo ku mişterî pere qezenc bikin wan teşwîqê guzîneyên cûr bi cûr kiriye. M.Vyê ku karî şmişteriyan bixapîne hêrî kêm 5 milyon TL pere zêde sitandiye û ji holê winda bûye.

Suleyman Kayayê ku diyar kir ew 3 sal e bi heman banqayê re dixebite mexdriyeta xwe anî ziman. Kaya, diyar kir ku xebatkerê banqayê 3 defter daye wî û jina wî Latîfe.

Kaya wiha pê de çû: “Xebatkerê banqayê 3 defter da min û jina min. Di deftereke de 12 hezar û 200 TL, ya duyemîn de hezar û 500 dolar û ya sêyemîn de jî hezar dolar hebû. Bi pereyê ku min ji dest da re bi tevahî 25 hezar TL perê me hebû.

Kayayê 70 salî idîa kir ku bê wî ji heman banqayê 40 hezar TLyên din jî hatiye kişandin. Dûvre Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kîjan banqe 40 hezar TL dide zilamê 70 salî? Ez ji banqe, personel û ji rêvebirên wê gilîdar im. Perê min nedan. Ev 3 meh e dibêjin ku dê perê min bidin û min egle dikin. Niha divê ku banqe 25 hezar û 400 TL pere bidin min.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.