Kesên ku balifara Lîbyayê revandibûn hatin binçavkirin

Kesên ku balifara Lîbyayê revandibûn hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin rêwî û muretebatên balafira ku li Lîbyayê sefer dikir hatibû revandin hatine serbestberdan û kesên ku balafirê jî revandibûn hatine binçavkirin.

Hat ragihandin kesên ku balafira seferê ji Sebhayê rêwî dibir Tarblusê ya Aîrbus A320 revandibûn teslîm bûne û rêwî û muretebat jî hatine serbestberdan.

Balafira ku yekî dergûş, 28 pîrek û 82yê wê zilam bi tevahî 111 rêwiyên wê hebû ji teref 2 kesan ve hatibû revandin. Hat ragihandin ku rêwî û miretebatên balafirê hatine serbestberdan û 2 kesên ku balafirê jî revandibûn hatine binçavkirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.