"Kesên ku ewledên vê welatê kirine qatil hesab didin”
Serokwezîr Yildirim wiha diyar kir: “Kesên ku ewledên vê welatê kirine qetîl, di şuna pênûsê de çek dane destê wan niha hesab didin. Em yek û yek vê hesabê dipirsin.”
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Çewlîgê di Qada Tekoşîna 15ê Tîrmehê de xîtabê gel kir. Yildirim wiha destnîşan kir: “Kesên ku ewledên vê welatê kirine qetîl, di şuna pênûsê de çek dane destê wan niha hesab didin. Em yek û yek vê hesabê dipirsin.”
Yildirim wiha axivî: “Ew xayîn di 15ê Tîrmehê de ji bo ku emanetê me ji me bistînin hatin. Terorîstên FETOyî ji dil hatin lê me emanetê teslîmê wan nekir. Dê tu çek, balafir û helîkopterên gel bidî destê xwe û bi vê şiklê bombe û guleyan li ser gel bireşînî… Gel vê jibîr nake. Ji xwe gelê Çewlîgê qet ji bîr nake. Êdî di vê welatê de heyama derbeyan xelas bûye. Gel xwedî li îktîdar, serokwezîr, serokkomar, meclîs û Çewlîg jî xwedî li vê qadê derketin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.