Keştiya koçberan binav bû: 41 mirî

Keştiya koçberan binav bû: 41 mirî

Bota koçberan li Girava Lampedusa ya Îtalyayê binav bû, di encama bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Girava Lampedusa keştiyeke ku koçberên ku ji Safakesa Tûnisê bi rê ketibûn tê de bûn binav bû.

Di encama bûyerê de 41 kes mirin. Hat ragihandin bes 4 kes hatin xelaskirin.

Kesên ku ji qezayê xilas bûn diyar kirin ku di destpêkê de 3 jê zarok 45 kes hebûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 14 hezar kes dema hewl didan ji welatên wekî Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, di deryayê de jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.