Kola Dikuje

Kola Dikuje

Hat îddîa kirin ku, li Zelandaya Nû di mirina jinekê de, zêde vexwarina kolayê pir tesîr kiriye.

 Hat îddîa kirin ku, li Zelandaya Nû di mirina jinekê de, zêde vexwarina kolayê pir tesîr kiriye. Li gor tiba edlî, hatiye tesbîtkirin ku jina 30 salî, rojê nêzî 10 lître kola vexwariye. Pispor didin zanîn ku, di ewqas kolayê de, li gor standartan 2 qat zêde kafeîn û 11 qat zêde şekir hene.

Rayedarên fîrmayê her çi qas îddîa bikin û bêjin ku, jinik nexweş bû, û mamulên wan li ser mirina wê tesîr nekiriye jî, merivên wê beyan dikin ku, jinik muptelayê kolayê bûye, heger meşrûbatê bigaz venexwara wê bicirifiya. Di rewşa wê de qirîza muptelayê eşkere bûye.

Rayedarên tiba edlî beyan kirin ku, jinik ji ber zêde vexwarina kolayê miriye. Divê di mamulên merşrûbatan yên şîrketan de, îqaza zêde vexwarina kafeîn û şekir, zelaltir bê kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.