Komela Ensar-Der-ê Alîkariya 1500 Sûriyeyî Kir

Komela Ensar-Der-ê Alîkariya 1500 Sûriyeyî Kir

Komela Ensar-Der-ê li Ceylanpinarê xizmet û fealiyetan dike. Çer ku multecî û penaberên Sûriyê hatinê qezê, komel alîkariya wan dike.

 Komela Ensar-Der-ê li Ceylanpinarê xizmet û fealiyetan dike. Çer ku multecî û penaberên Sûriyê hatinê qezê, komel alîkariya wan dike. Her roj li 250 malbatî xwarina germ belav dike. Vê mehê jî alîkariya 1500 Sûriyeyî kiriye.

Bi hezaran multeciyên Sûriyê yên ku, li Serêkaniya Hasekiyê ji ber pevçûnan reviyane û hatine navçeya Ceylanpinarê, bi alîkariya millet û saziyên sivîl, debara xwe dikin. Ji ber ku hejmara multecî û penaberan zêde ye, û îmkanên wan jî bêqîm in,  komela Ensar-Der-ê bangî welatiyan kir ku, bi muhaciran re bibin bira û alîkariyan wan bikin.

Wezîfedarên komela Ensar-Der-ê da zanîn ku, ji ğeyrî yên li konbajarê dimînin, 3 hezar Sûriyeyî li nav qezê, bi alîkariyên welatiyan debara xwe dikin. Komelê beyan kir ku, her roj li 250 malên Sûriyeyî xwarina germ belav dikin. Vê mehê alîkariya 1500 Sûriyeyî kirine. Li wan nivîn, battaniye û sobe belavkirine lê dîsa alîkarî bêqîm in.

bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.