Komela Umut-Derê Gazî Kir Ku Di Îdê De Alîkariya Feqîran Bê Kirin
Komela Umut-Dera ku li Batmanê alikariya kesên muxtac û feqîran dike, ji bo îdê xebatên xwe yên alîkariyê lezand. Komel mîna îd û cejnên berê, ji bo dîsa ruyê kesên muxtac geş bike, ğeyret dike.
Komela Umut-Dera ku li Batmanê alikariya kesên muxtac û feqîran dike, ji bo îdê xebatên xwe yên alîkariyê lezand. Komel mîna îd û cejnên berê, ji bo dîsa ruyê kesên muxtac geş bike, ğeyret dike. Ji ber vê yekê gazî xêrxwazan kir ku boraq û qurbanên xwe bighînin feqîran. Serekê komelê da zanîn ku dixwazin di navbera xêrxwaz û feqîran de bibin pira xêrê.
Serekê komela Umut-Derê Îsa Aydin wiha xeber da “Di vê îdê de jî em bihev re feqîr û kesên muxtac kêfxweş bikin da ku Xweda jî li cem xwe me kêfxweş bike. Komela Umut-Derê hemî înfaq û boraqên we bi awayî herî xweş gîhandiye feqîr û belengazan û her tim wê ji vê xizmetê re wasîtetiyê bike.”
Alîkarê serekê komelê Halîl Gergîn jî wiha îfade kir “Me bi esnafan re fiyet û bihayên qurbanan tesbît kir. Niha ji bo heywanên biçûk 400- 450 lîra tê xwestin. Dewar jî ji 2 hezar lirayê dest pê dike heta 2 nîva diçe.”
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.