Komelên Îslamî Alîkariya Multeciyên Sûriye Dikin
Komelên Îslamî Alîkariya Multeciyên Sûriye Dikin
Komela Kardeş-Derê ya li Erğaniya Diyarbekir e, alîkariya kesên mûxtac û feqîr dike. Komelê, kinc û betaniye berhev kir û peyda kir, bi wasîteya komela Ensar-Dera Ceylanpinarê gihand multeciyên Sûriyê.
Serekê komela Kardeş-Derê Mûstefa Oz wiha îfade kir “Me alîkariyên xwe berhev kir û gihand multeciyan. Me xwest hal û rewşa multeciyan bi çavê serê xwe bibînin. Ji ber vê yekê jî, me alîkariyên xwe bi destê xwe da multeciyan.”
Serekê komîsyona alîkariyê ya komela Ensar-Derê Mehmet Gul jî îfade kir ku, di 8ê Mijdarê de, ji ber pevçûnên li Serêkaniyê, gelek multecî hatine navçeya Ceylanpinarê û li wir bi cîh bûne. Mehmet Gul wiha dewam kir “Alîkariyên me yên li multeciyên Sûriye dewam dikin. Rojê ji bo 400 kesî em xwarina germ belav dikin. Em ji wan re kincên ji bo zivistanê jî peyda dikin.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.