Komelên Îslamî Alîkariya Penaberên Sûrî Dikin
Komela Umut-Der Gida Bankasi ya Edenê, di vê mehê de bi ğidayê alîkariya 220 malbatan kirin.
Komela Umut-Der Gida Bankasi ya Edenê, di vê mehê de bi ğidayê alîkariya 220 malbatan kirin. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Cevdet Dîzlek, da zanîn ku di navbera zengîn û feqîran de dibin wasîteya pira xêrê. Dîzlek wiha got “Bi desteka xêrxwazên Edenê, me di vê mehê de alîkariya 220 malbatan kirin. Alîkariyên me bi hevkariya xizmetkarên komelê rasterast tên kirin. Em dixwazin welatî ji bo van malên feqîr, bibin hêvî û hinek pêdiviyên wan peyda bikin.”
Li aliyê din Rahmet Gida Bankasi ya Qosera Mêrdîn jî, alîkariyên xwe didomîne. Komelê di meha borî de alîkariya 500 multeciyên Sûriyeyî yên li Qoserê bicîhkirî kirin. Serekê komelê Şirîn Oz beyan kir ku, nivîn, lihêf, battaniye, kinc û berg, sol û ğida dane van malbatên Sûrî.
Her wiha Cemiyeta Mustezefan a şaxa Agirî, di zivistanê de alîkariya gelek malbatên mexdûr kirin. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Sûat Nogay îfade kir ku, her meh alîkariyên wan bi rêk û pêk didomin. Nogay deng li xêrxwazan kir ku, di vê xêrê de bibin şirîk.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.