Komelên Îslamî, Mal û Kesên Feqîr Ji Bîr Nekirin
Komel û saziyên alîkariyê yên Îslamî û hestiyar, li feqîr û kesên muxtac, alîkariyên xwe didomînin.
Komel û saziyên alîkariyê yên Îslamî û hestiyar, li feqîr û kesên muxtac, alîkariyên xwe didomînin.
Li Edenê komela Umut-Der Gida Bankasi, bi alîkariyên xwe di navbera zengîn û feqîran de, dibe pira xêrê. Alîkariyên xêrxwazan, her meh bêsekin li kesên muxtac belav dike. Komelê di meha Kanûnê de jî, 150 pakêtên ğidayê amade kirin. Serekê komelê Selahettîn Yenîay, der heqê alîkariyên xwe de agahî dan. Yenîay îfade kir ku, berê malên feqîr tesbît dikin, dûre jî her meh li wan alîkariyên xêrxwazan belav dikin.
Li Wanê komela Rahmet Elî Gida Bankasi, alîkariyan dighîne mal û kesên mûxtac. Alîkarê serekê komelê Sebrî Yildirim wiha îfade kir “Piştî zelzelê, ji ber ku edresa kesên feqîr ne bellî bûn, kesên feqîr dihatin komelê alîkariyên xwe distendin. Niha me ekîb edilandine û alîkariyan em bi xwe ji feqîran re dibin.”
Li Agirî jî komela Cemiyeta Mustezefan, vê mehê jî, alîkariya malên feqîr kir. Der heqê alîkariyên komelê de, serekê komîsyona alîkariyê Rifat Yilmaz xeber da. Yilmaz îfade kir ku alîkariyên xêrxwazan dighînên kesên muxtac. Di vê riya xêrê de kesên dibin alîkar, Xweda xêra wan qebûl bike. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.