Komelên Sivîl Li Ber Mekteba Turktepê Beyanata Medyayî Xwend

Komelên Sivîl Li Ber Mekteba Turktepê Beyanata Medyayî Xwend

Komelên Sivîl Li Ber Mekteba Turktepê Beyanata Medyayî Xwend

 Ji gelek bajarên Tirkiye, sazi û komelên sivîl û platformên tesetturê, ji bo destekê bidin xwendekara sernixumandî  Sedanûr Ağsû û ji bo ku tecrît û tehdît û heqaretên li wê hatine kirin şermezar bikin, li İntabê li ber mekteba Sedanûr li ber mekteba Turktepê civiyan û beyanata medyayî li dar xistin. Di beyanatê de gazî hikûmetê kirin ku soza xwe ya ji bo tesetturê dabû bi cîh bîne û tesetturê têxe bin temînata qanûnê.

Midûr Orhan Usta, ji ber tesettura wê Sedanûr Ağsû di oda rehbertiyê de tecrît kiribû, ji midûr heta qantînkarê mektebê, heqaret lê dihat kirin û paşî jî Sedanûr bi teşwîka midûr ji teref hinek xwendekarên din ve lêdan dîtibû. Platform û komel û saziyên sivîl, ji bo van neheqiyan şermezar bikin, destekê bidin Sedanûr, ji bo yesax û qedexa li ser tesetturê yekser rabe, tesettur li her derê serbest be, li ber mekteba Sedanûr beyanata medyayî xwend. Di beyanatê de îhlalkirina heqên xwendinê û berbestên li ber van heqan, şewitandina mekteban, tewrên îdarevanên mekteban yên xerab û zorbatî hatin şermezar kirin, ji hikûmetê hat xwestin ku soza ji milletê musluman re daye, bi cih bîne.

Platformên mîna seferberiya Tesetturê, gaziya bi bal tesetturê ve, heq û azadiyên însanî ya Marmarayê, İNHAP, HAKOZ û gelek komelên din destek dan vê beyanatê. Ji civînê hinek kesan xwestin ku bi midûr re meselê bipeyvin, feqet midûr hevdîtinê qebûl nekir.

Li aliyê din li Diyarbekir ji Komela Mazlûm-Derê Cihan Ulsen jî, neheqiyên li Sedanûrê şermezar kir. Cihan Ulsen beyan kir ku vê lînça li xwendekara sernixumandî, bi tu awayî nayê qebûlkirin, divê di vê meselê de kesên sûcdar bên cezakirin.

www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.