Komîsyona Li Ber Guhdarîkirinê
Li meclîsê komîsyona ku wê li ser guhdarîkirinên bêqanûnî lêkolînê bike ava bû. Wê komîsyon dora 3 mehan, der heqê guhdarîkirinan de, ji pisporan agahiyan bistîne.
Li meclîsê komîsyona ku wê li ser guhdarîkirinên bêqanûnî lêkolînê bike ava bû. Wê komîsyon dora 3 mehan, der heqê guhdarîkirinan de, ji pisporan agahiyan bistîne.
Wezîrê ragihandinê Bînalî Yildirim, ji heyeta giştî re peyivî. Da zanîn ku wê komîsyona han, guhdarîkirinên ğeyrî qanûnî û ên qanûnî lê ji hed derketî, têxe bin mercekê. Komîsyona bi navê “Bocek”ê, wê 3 mehan lêkolînê bike. Wê ji pisporan, der heqê van guhdarîkirin çawa tên kirin de, agahî û me’lûmatan bigre. Digel qeydên dengan, wê qeydên dîmenên aydiyê heyata xisûsî ya şexsan jî têxe bin mercekê.
Hat gotin ku, wê komîsyon ji bo çareserkirina meselê, tedbîrên qanûnî, îdarî û îstîxbarî yên ku divê bên girtin jî tesbît bike. Tê hêvîkirin ku komîsyon li derdên kesên mexdûr jî guhdarî bike.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.