Konferansa Dîtina Hîlalê
Piştî civîna amadehiyê ya konferansa ruyeta hîlalê ya navnetewî, serekê karên diyanetê Mehmet Gormez wiha got “Ev nêzî 100 sal e ku, di alema Îslamê de di rojên ji hev cûda de, cejn û îd tê pîrozkirin.
Piştî civîna amadehiyê ya konferansa ruyeta hîlalê ya navnetewî, serekê karên diyanetê Mehmet Gormez wiha got “Ev nêzî 100 sal e ku, di alema Îslamê de di rojên ji hev cûda de, cejn û îd tê pîrozkirin. Zêdetirî 20 civînên navnetewî hatine lidarxistin, lê dîsa jî bi yekawayî nebûye. Piştî civîna di 1978an de ya li Tirkiyê, mesele nehatiye şopandin.”
Gormez wiha dewam kir “Em dixwazin di bin sîwana diyanetê de, konferanseke navnetewî li dar bixin, da ku hemî alema Îslamê bînin ba hev. Ne ji bo mesela Hîlalê tenê, belkî ji bo yekîtiya teqwîmê jî, bi hev re ğeyret bikin.”
Prof Dr Mehmet Gormez îfade kir ku, ji alema Îslamê komîsyonek hatiye avakirin. Gormez diyar kir ku, gelek wezîfên komîsyonê hene. Wê malperek bê vekirin û li ser malperê, di heqê remezan, îd, hîlal, wextên nimêjê û melûmatên din yên Îslamî de, agahî bên dayîn.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.