Kontrola ceyrana qeçax divê di bin çavderiya saziyên bêteref de bê kirin
Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê destnîşan kir bo mexdûriyet dernekevin holê kontrola ceyrana qeçax divê di bin çavderiya saziyên xweser de bê kirin.
Ji teref Serokatiya Bajêra HUDA PARê yê Êlihê ve derbarê mexdûriyetên ku di van pêlên dawî de di warê ceyranan qeçax derdikevin de daxuyanî hat dayîn. Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn di daxuyaniya ku derbarê mijarê belav kir de diyar kir ceyrana qeçax ji teref karkerên wan ve tên tespîtkirij û dîsa ceza jî ji teref karkerên saziyên wan bi xwe ve tên birîn.
Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir kontrola ceyrana qeçax ne bi tena serê xwe bereks di bin çavderiya meqamên fermî yên bêteref de bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku li herêmê karên kontrola sayac û ceyranê ji şîrketên taybet hatin kirin re di warê bikaranîna ceyrana qeçax de daketin çêbû. Encax xelkê me gelek îddîayên mezin ji me re dibêjin. Ji me re gazinan dikin ku bi şikleke neheqî ew tên mexdûrkirin. Nexasim tê îddîakirin ku ew karkerên ku karê xwendina sayacê dikin li gor feydeya fîrmayê neheqiyan dikin. Di vî warî xelkê me dibêje ku digel ku ew bi ceyrana qeçax emel nakin jî ji wan re cezaya ceyrana qeçax tê dayîn. Ji ber vê yekê mixabin bêterefbûna personelê DEAŞê tê lêpirsîn û ji ber vê yekê jî dibe ku problem derkevin. Ji ber vê yekê di warê tespîtkirina ceyrana qeçax de divê tespît û kontrol di bin çavderiya pisporên bêteref de bê kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.