KONVOY GIHA ĞEZZEYÊ
Dilxwazên alîkariyên însanî, ji Brîtanya, Malezya, Siûdî, Yemen, Misr û Cezayîrê gîhan hev û bi bal Ğezzeyê ve birêketin
KONVOY GIHA ĞEZZEYÊ
KARWANÊ ALÎKARIYÊ YÊ ÎNSANÎ DERBASÎ ĞEZZEYÊ BÛ
Dilxwazên alîkariyên însanî, ji Brîtanya, Malezya, Siûdî, Yemen, Misr û Cezayîrê gîhan hev û bi bal Ğezzeyê ve birêketin. Konvoya alîkariya wan, di deriyê sînor yê Refahê re derbasî hêla Ğezzeyê bûn.
Piştî gihaştina Ğezzeyê, karwan civîna medyayî li dar xist. Kordînatorê giştî yê karwanê Diktor Îsam Yûsif wiha diyar kir “Li hember ambaragoya Îsraîl, em piştevaniya ji xelkê Ğezzeyê re nîşan didin. Em dixwazin di îda remezanê de, milletê Ğezzeyê kêfxweş bikin. Cejna me ya li Ğezzeyê, wê ya herî xweş be.”
Temsîlkarê serekwezîrê hikûmeta Filîstîn Îsa en Neşşar, da zanîn ku karwan di şikandina boykotê de, xwedî rolek mezin e.
Hat îfade kirin ku wê konvoy, 7 rojan li Ğezzeyê bimîne, maliyên şehîd û girtiyan ziyaret bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.