Koreya Bakur Roket Firand
Japonya Civîna Konseya Ewlehiyê Xwest
Koreya Bakur roketeke menzîldirêj firand. Li gor îddîaya ajanseke resmî ya welêt, roket bi serkeftî hatiye firandin û peyka li ser wê, li ezman di rêgehê de hatiye bi cîhkirin. Lê çavkaniyên xweser, bicîhbûna peykê, tesdîq nekir.
Teşebbusa firandina roketa Koreyê, bû sebebê bilindbûna tansiyona herêmê. Roketa menzîldirêj, bû sedema endîşe û qilqilîna hinek dewletan. Temsîlkarê Japonyayê yê di teşkîlata dewletên Yekbûyî de, ji teşkîlatê xwest ku, Konseya Ewlehiyê bicive. Serekdewletê Koreya Başûr jî, gazî kir ku heyeta parlementeran acîlen kombibe. Koreya Başûr diyar kir ku meqseda Bakur, bipêşvebirina sîlehan e. Vê teşebbusa Koreya Bakur, li dijî qirara teşkîlata dewletên yekbûyî ya li ser yesaxa ceribandina fuzeyên balîstîk e.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.