‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Awêne belav kir ku li beramberî fermandeya operasyonên Dîcle ya ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve, serkirdayetiya PDK û YNKê hewla dirûstkirina hêzekî bi navê operasyona Dîcle dane.

Li gor gotina çavkaniyeke wê rojnameyê, serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi rêya wezareta pêşmergeyan dixwazin ji bo rûbirûbûna operasyonên Dîcle hêza operasyonên Hemrîn dirûst bikin.

Rêveberê ragihandin û hişyarî yê wezareta pêşmergeyan Helgord Hîkmet di vê derbarê de ji Rûdawê re red kir ku navê hêza operasyonên bi navê Hemrîn be û ti navek lê nehatiye kirin. Hîkmet ji Rûdawê re got: “Wezareta pêşmergeyan ji bo parastin û rûbirûbûna her egerek ji aliyê fermandeya operasyonên Dîcle ve bê holê amadekariyên pêwîst dike. Êdî nayê qebûl kirin û lewra bi mîsogerî wê ev hêz ji bo parastin û rûbirûbûna li navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê bê dirûstkirin.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.