Kurd Sûriyeyeka nemerkezî û Kurdistaneka otonom dixwazin

Kurd Sûriyeyeka nemerkezî û Kurdistaneka otonom dixwazin

Kurd Sûriyeyeka nemerkezî û Kurdistaneka otonom dixwazin

QAHÎRE, 3/7 2012 — Hêzên opozîsyona Sûriyeyê bi vexwendina Yekîtiya Ereban duhî li Qahîreyê civiyan û heyeta Encûmena Kurdî jî bi berfirehî bi deh kesan beşdarî wê konferansê dibe. Kurd dixwazin ko Sûriyeya nû li ser esasê nemerkezîbûnê bêt ava kirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê resmî.

Li gor Aknewsê, endamê komîteya têkiliyên derve yê ENKS-ê Se‘dedîn Mela di heqê daxwazên kurdan de got:

— ENKS daxwaz dixwaze ko rewşa îdarî û biryara nenavendî û otonomî di desthilatdariyê de bêt çespandin û bi taybetî li herêmên kurdî. Ya baş ew e ko Sûriye dewleteke nenavendî be, li ser bingeheke demokratîk bê ava kirin û desthilatdarî di navbera navendê û aliyan de bêt parve kirin, ew jî şert û garantiya avakirina dewleta demokratîk e.

Se‘dedîn Mela wekî daxwazeka kulturî ya kurdan jî behsa resmîkirina zimanê kurdî jî kir û got:

— Em dixwazin ko li Sûriyeyê zimanê kurdî bibe zimanê duyê yê fermî qet nebe li herêmên kurdî. Herwiha em daxwaza wekheviya zayendî (mêr û jinan) û sêkularîzma dewletê dikin. Em dixwazin parçek ji neteweya kurd yên li parçeyên dî yên Kurdistanê bin, çawa ko ereb jî parçek ji neteweya ereb in.

Se‘dedîn Mela got ew hêvî dikin ko di vê konferansê de “desteyeke birêvebir” bêt damezrandin ko hemî aliyên siyasî tê de cih bigirin û serpereştiya siyasî di qonaxa piştî Beşar Esed de bike.

Ji bilî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê, Meclisa Wetenî ya Sûriyeyê û grup û kesên dî yên serbixwe jî beşdarî vê konferansê dibin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.